Aboriya Sûriyeyê û rewşa Xezayê manşetên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku Sûriye dikare di aliyê aborî de bike "Pilingê Rojavayê Asyayê". Her wiha hişyarî li ser peymana bêçkirinê ya li Xezayê dan û diyar kirin ku dibe rê li ber koçberiya bi zorê û jiholê rakirina pirsgirêka Filistînê veke.

Aboriya Sûriyeyê û rewşa Xezayê manşetên rojnameyên erebî ne
27 gulan, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da aboriya Sûriyeyê, peymana agirbestê li Xezayê û siyaseta derve ya serokê DYA’yê Donald Trump.

SÛRIYE PILINGÊ ASAYAYA BÊ YE

Rojnameya Ukazê ku bal kişand ser aboriya Sûriyeyê diyar kir ku "Dibe ku Sûriyeyê li kêleka hêzên aborî yên geşbûyî yên herêmê yên wekî Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê Sûriyeyê bibe pilingê Rojavayê Asyayê yê nû."

Rojname destnîşan dike ku Şam ji sifirê dest bi rêwîtiyek cidî dike û ev nirxandin kir "sifir deyn, sifir ceza û sifir cezayên bazirganiyê. Ev jî derfetek hêja dide wê da ku xwe wekî lîstikvanek aborî ya rastîn li herêmê ji nû ve bi cih bike."

Li gorî rojnameyê; tişta balkêş li Sûriyeyê ew e ku xwedî hêmanên ronesansê ye: çavkaniyên xwezayî, erdnîgariya wê ya stratejîk û hişê mirovî yê afirîner.

 Rojnameyê her wiha rewşa Sûriyeyê bi ezmûnên serkeftî yên Asyayî wekîn Koreya Başûr û Singapûrê anî ber hev û destnîşan kir ku mifteya veguherînê di teşwîqkirina îstismaran, peydakirina hawîrdorek yasayî ya ewle ji bo îstismarkeran û dûrketina ji dafika polîtîkayên aborî yên zordar de ye.

XEZA BÊ PARASTIN E

Rojnameya El Ehram a misirî peymana di navbera Xeza û Îsraîlê de wekî "Filistînî tê neçarkirin ku bêyî soz û garantiyan çek deynin" wesifand. Hate gotin: "Ev yek tê wateya ku Xeza radestî qedereke vekirî ya şer, wêrankirin û koçberkirinê were kirin. Bêçkirina Muqawema "Berxwedanê" nayê wateya aştiyê, lê belê bidawîkirina hêviyên avakirina dewleta Filistînê ye. Ya ku niha rû dide destpêka projeyeke siyasî ya xetere ye ku dibe bibe sedema koçberkirina tevahiya niştecihan."

DOKTRÎNA TRUMP A ROJHILATA NAVÎN: DESTWERDAN NEKIRIN!

Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser rêgeha nû ya siyaseta derve ya Amerîkayê. Hate gotin, "Serok Donald Trump çend caran ragihandiye ku serdema destwerdana Amerîkayê bi dawî bûye. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku welatê wî şêwazên jiyanê an jî pergalên hikûmetê li ser gelên Rojhilata Navîn ferz nake." 

Rojnameyê behsa cudabûna di polîtîkayên Amerîkayê de kir û destnîşan kir ku "Berê destwerdana Amerîkayê erênî bûn. Rizgarkirina Kuweytê û têkçûna El Qaîdeyê mînakên vê yekê ne. Her wiha destwerdana wê ya di Iraqê de û têkçûna avakirina saziyên demokratîk wekî aliyên neyinî vê destwerdanê hatin nîşandan.

Hate diyarkirin " li gorî çavdêran, siyaseta nû xwe dispêre piştgiriya hevalbendên kevin bêyî ku siyaset li ser wan ferz bike, li şûna hegemonyaya îdeolojîk balkişandina ser hevkariyên herêmî yên li ser bingeha berjewendiyên hevpar."

(bb)