Rûsya: 4 gundên din ketin bin kontrola me
Waliyê herêma Sumiya Ukraynayê da zanîn ku hêzên Rûsyayê çar gundên herêmê kontrol kirine.

Waliyê herêma Sumiyê ya Ukraynayê ku li ser sînorê Rûsyayê ye duh (Duşem) got, hêzên Rûsyayê çar gundên Sumiyê kontrol kirine.
Çend roj berê, hêzên çekdar ên Rûsyayê ragihandin ku artêşê gundên li Sumiyê kontrol kiriye. Waliyê Sumyê Oleh Hryhorov li ser Facebookê diyar kir ku gundên Novinki, Pacifka, Veselivka û Zhuravka niha di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ne.
Her wiha anî ziman ku niştecihên gundên navborî demek dirêj berê hatibûn derxistin û got: "Dijmin hewl dide ku bi armanca avakirina herêmeke tampon pêşve biçe. Hêzên Ukraynayê rewşê kontrol dikin û bi êrîşên rast zirarê didin dijmin."
Hryhorov her wiha da zanîn ku bajarokên Volodymyrievka û Belovodiv jî di nav de şer li dora gundên din ên herêmê berdewam dike. Lê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia kiribû ku her du bajarok di bin kontrola wê de ne.
Navenda Xizmetên Awarte yên dewleta Ukraynayê ragihand ku di êrişa îro ya hêzên Rûsyayê ya li rojavayê gundên Sumiya de ku niha di bin kontrola Rûsyayê de ne kesek hat kuştin.
Moskov îdia dike ku hêzên Ukraynî ji Kurskê hatine derxistin, lê Kîev dibêje hêzên wan hîn jî li wir çalak in.
(bb)
ANHA