8’ê Adarê; sembola berxwedan û têkoşîna jinan

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê piştî têkoşîna siyasî û qanûnî ya 120 salan bi fermî hat qebûlkirin. Jinên Kurd jî bi têkoşîna xwe xwedî li vê rojê derketin û watedartir kir.

8’ê Adarê; sembola berxwedan û têkoşîna jinan
8 adar, 2026   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkoşîna tevgerên jinan ji sedsala 19`emîn dest pê kir û heyanî roja îro didome. Têkoşîn bi rêbazên aştiyane, qanûnî û siyasî tê kirin. Karkerên jin, bi rakirina nan û gulan, bi aştiyane daxwaza mafên xwe kir. Li hemberî şerê yekemîn û yê duyemîn ê cîhanê sekinîn û xwest şer raweste. Wekheviya jin û mêran dixwazin, banga azadî, wekhevî û edaletê dikin. Sîstema kamptalîst red dikin û sosyalîzmê wek çareserî dibînin. 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sembola têkoşîn û berxwedana jinên cîhanê ya 169 salan e.

8`Ê ADARÊ Û TEVGERÊN JINAN

8’ê Adarê mîrateya tevgerên jinan ên cîhanê ye. Pêla yekemîn a tevgerên jinan (1848-1920), pêla duyemîn (destpêka salên 1960’î heyanî salên 1980’yî), pêla sêyemîn (ji destpêka salên 1990’î heyanî salên 2000’î) û pêla çaremîn (ji sala 2012`an pê ve); jin qonax bi qonax tê koşîne û ew têkoşîn heyanî îro didome.

Tevgerên jinan di her çar pêlan de li hember zayendperestî, deshilatdarî, dagirkirin, netewperestî û destdirêjiyê; azadî, wekhevî, edalet û mafên xwe yên qanûnî dixwazin. Jinên têkoşer bi belgeyên dîtbar û nivîskî îsbat kir ku wek mirov li jinan nanêrin û hebûna wan tê înkarkirin. Sîstemên dagirker 178 sal e li hember tevgerên jinan di nava dek û dolaban de ne. Bi tundî, girtinê, destdirêjî û kuştinê nêzî tevgerên jinan dibin. Li hemberî rêveberên tevgerên jinan komployan dikin û wan dikujin. Niha jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), dewletên Ewropayê û dewletên Rojhilata Navîn hewl didin 8`ê Adarê bê wate bikin û asayî derbas bibe.

Em li roja 8`Adara sala 1857`an vegerin. Wê rojê karkerên jin li paytexta DYA’yê New Yorkê di çarçoveya pêla yekemîn a tevgerên jinan daketin qadan û daxwaz kir saetên wan ên kar kêm bibin, şert û mercên wan ên kar baş bibin û mûçeyekî baş wergirin. Polîsan êrişî wan jinên karker kir. Tê gotin ew jinên karker hatine şewitandin û 129 jin hatine qetilkirin. Heyanî niha DYA’yê rastiya vê bûyerê aşkera nekiriye û her tim vedişêre. Jin li ser asta cîhanê xwedî li vê rojê derketin. Her sal roja 8`ê Adarê yan jî meha Adarê dadiketin qadan û dixwestin roja 8`ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê. Siyasetmedarên jin jî mîna Roza Luksemburg û Klara Zetkîn di konferans û kongreyan de pêşniyar dikir ku 8`ê Adarê bibe roja jinan.

Piştî têkoşîna jinan a siyasî û qanûnî ya 120 salan, Netewên Yekbûyî sala 1977`an 8`ê Adarê bi fermî wek Roja Jinan a Cîhanê ragihand. Dewletên Ereban jî di dawiya sedsala 20`emîn de destpêkê li Lubnan û Misirê, 8`ê Adarê pejirand.

JINÊN KURD ARTÊŞBÛYÎNA XWE RAGIHAND Û XWEDÎ LI 8`Ê ADARÊ DERKETIN

Sala 1992`yan jinên Kurd li hember polîtîkayên sîstemên dagirker ên li ser jinan, artêşbûyîna xwe ragihand. 8`ê Adara sala 1998`an jî Tevgera Azadiya Jin îlan kirin. Tevgera Azadiya Jin li ser rêgeza welatparêzî, birêxistinkirin, perwerde, têkoşîn, etîk û exlaq xwe bi rêxistin kir.

DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ JIYANÎ KIRIN

Tevgerên jinan li tevahiya cîhanê ji sedsala 19`emîn heyanî sedsala 21`emîn bi rê û rêbazên aştiyane û qanûnî daxwaza mafên xwe, azadî, wekhevî û guhertina hişmendiya mêrane dikin. Li hember vê yekê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku parçeyekî Sûriyeyê bû, projeya hevjiyana azad, sîstema hevserokatiyê çêkirin, qanûnên jinan û Hevpeymana Civakî ya Jinan nivîsandin. Berhema têkoşîn, berxwedan, bedeldayîna bi sedan salan a jinên cîhanê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî kirin.

HTŞ ÊRIŞÎ MÎRATEYA TÊKOŞÎNA JINAN DIKE

6`ê Çileya 2026`an dema ku HTŞ`ê bi alîkariya dewletên herêmî û hêzên navneteweyî êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, xwest îradeya jinan bişikînin. Hinek kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê çeteyên HTŞ`ê ve hatin dagirkirin û destpêkê êrişî jinan kirin. HTŞ`ê li Sûriyeyê ji destpêka hatina ser desthilatdariyê ve jinan paşguh dike û niha jî di pêvajoya pêkanîna lihevkirina di navbera wan û QSD`ê de, dixwaze hebûna jinan ji hemû aliyan ve înkar bike. Hewl dide xebatên siyasî, rêxistinî, perwerde, aborî, dîplomatîk ên jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kokê de tune bike.

ANHA