Artêşa Îsraîlê Beyrûtê bombebaran kir: 4 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê herêma El Werşa ya Beyrûtê bombebaran kir, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Artêşê ragihand ku fermandarên Feyleq El Quds hedef hatine girtine.

Artêşa Îsraîlê Beyrûtê bombebaran kir: 4 kes hatin kuştin
8 adar, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîl îro li herêma El Werşa ya Beyrûtê  otêla Remada bombebaran kir. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama bombebaranê de 4 kes mirine û 10 kes jî sivikî birîndar bûne.

Artêşa Israîlê jî got wan li Beyrûtê fermandarên navdar ên Feyluq El Quds a girêdayî Pasdarên Îranê kirine hedef û da zanîn ku Pasdarên Îranê û Hizbullah têkiliyên xwe bi rêya Feyleq El Quds çêdikin.

Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê ku ketiye hefteya xwe duyemîn de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di vî şerî de artêşa Îsraîlê başûrê û rojhilatê Beyrûtê û hinek herêmên dîtir ên Lubnanê  bombebaran dike.

(np)