8 jinên ciwan tevlî gerîlayên azadiyê bûn

Di salvgera 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, 8 jinên ciwan tevlî refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bûn.

8 jinên ciwan tevlî gerîlayên azadiyê bûn
8 jinên ciwan tevlî gerîlayên azadiyê bûn
8 jinên ciwan tevlî gerîlayên azadiyê bûn
5 nîsan, 2024   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera Nûçe Ciwan, jinên ku tevlî gerîla bûne, li Herêmên Parastina Medya daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên ciwan yek saniye jiyaneke bêyî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û ew ê erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çawa ku di komploya sala 1999’an de jin û ciwanên Apo'yi li dijî komployê herikîn çiyayên azad, em jî weke 8 jinên ciwan ên Kurdistanê bi vê biryardariya xwe li dijî dagirkeriya li her çar parçeyên Kurdistanê serî hildidin û di 4’ê Nîsana 2024’an de berê xwe didin rojê, Rêbertiya xwe û tevlî nava refên gerîla dibin. Rêheval Şehîd Bişeng û Şehîd Sara ku di êrîşên komara faşîst û dagirker a Tirkiyeyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne, ji bo me jinên ciwan û jinên Kurd rêber in. Bîranînên rêhevalên me yên ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de nûnertiya ruhê berxwedêr ê jinên Kurd kirine, ji bo me jinên ciwan û ciwanan hêlînek e. Li ser vê bingehê em bi ruhê berxweder ê Şehîd Bişeng û Şehîd Sara tevlî Rêbertî dibin. Em ê tola şehîdên xwe yên mezin hilînin û ji faşîzmê hesab bipirsin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em bang li ciwanên leheng û jinên ciwan ên Kurdistanê hat kirin li PKK û PAJK’ê têbikoşin. Em bang li hemû kesî hat kirin ku li çiyayên azadiyê yên ku derfetên jiyana azad pêk tên bi Rêbertî re hevdîtinê pêk bînin.”

(a)

ANHA