Şêxên eşîran: Em ê dawî li fitneyan bînin

Şêxên eşîran ên ji Kobanê diyar kir ku ew di bin sîwana rêveberiya xwe de ne û ew ji bo aramiyê di nava xebatê de ne û got “Em ê dawî li fitneyan bînin, ji ber ku em Kurd û Ereb yek in.”

Şêxên eşîran: Em ê dawî li fitneyan bînin
30 adar, 2026   11:23
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Çend şêxên eşîrên Kobanê ku beriya çend rojan li ser daxwaza parêzgarê Helebê çûbûn Helebê û hevdîtin kiribûn, der barê mijarê de ji ANHA`yê re axivîn.

Dirxan Besrawî ku ji eşîra Kêtikane ye, diyar kir ku ew bang li hemû eşîrên Kobanê dike ku hemû dest bidin hev da ku dawî li fitneyan bînin û wiha got: "Em Kurd û Ereb birayên hev in, tu cudahî di navbera me de tune ye. Em dixwazin ewlehî û aramî di Sûriyeyê de çêbe, ji bo ku êdî gelê me zehmetî, zilm û zordariyê nebîne.”

`JI BO SÛRIYEKE DEMOKRATÎK EM Ê DI NAVA XEBATÊ DE BIN`

Dirxan Besrawî destnîşan kir ku çend rojan ew li ser daxwaza parazgeha Helebê çûbûn Helebê û hevdîtin kiribûn û wiha got: "Dema ku em çûn wir ji bo rewşa Kobanê civiyan û piştre wan soz da me ku ew ê di demên pêş de esîran berdin û dema ku civîn xilas bû, wan deh esîr radestî me kirin. Lê tenê em dixwazin fitne di nava gel de dernekeve û hemû kes bi yek destî di nava xebatê de bin ji bo em karibin Sûriyekî demokratîk ava bikin. Em dixwazin bi rêveberiya xwe re bin. Çi kesên ku bi navê eşîran firtneyan derdixin em ê wan qebûl nekin."

Mistefa Îbrahîm Elî ku ew jî ji eşîra Qirûbegan e, da zanîn ku ew dixwazin aramî û ewlehî di nava welatê wan de çêbe û wiha got: “Em dixwazin biratiya me ya Kurd û Ereban zirar nebîne. Lê hin kes hene dixwazin fitneyê di nava Kurd û Ereban de derxînin, em tu carî fitneyan di nava xwe de qebûl nakin. Dijmin her tim dixwaze firne û nerindiyan di nava gelên Kurd û Ereban de derxîne û herêmê her tim di nava bê aramiyê de bihêlin. Çi kesên ku dixwazin ne aramiyê di nava herêma me de derxînin, em ê li hemberî wan têkoşîn bikin, da ku xwesteka wan pêk neyê.”

‘EM DI BIN SÎWANA RÊVEBERIYA XWE DE NE’

Îbrahîm Hemkî Dêlî ku ji eşîra Kêtikan e, anî ziman ku ew di bin sîwana rêveberiya xwe de kar û xebatê dikin û wiha got: “Em bi rêveberiya xwe re ne û ji bo aramiyê çi bikeve ser milê em ê bikin û amade ne. Lê em tu carî vê zilm û êrişan li ser gelê Kobanê qebûl nakin. Çi ji me were xwestin em ê bikin û em fedayî welatê xwe ne. ji ber wê jî em tu carî nêzîkariyên ku destkeftiyên gelê me bixe xeteriyê û rêveberiya me reş bike, em qebûl nakin û em ê li hemberî wan bisekinin. Ew kesên ku Kurdan temsîl nake û Kobanê temsîl nake ku xerabiyan dikin ew ne ji me ne û em wan qebûl nakin."

‘EM Ê DAWÎ LI FITNEYAN BÎNIN`

Seyfo Elkê Remo ku ew jî ji eşîra Bêşartiyan e, got: “Em dixwazin hemû eşîr bibin yek, ji ber ku Kurd û Ereb yekin. Divê em destê xwe di destê hev du kin û ji bo ku em Sûriyeke demokratîk ava bikin. Em dixwazin gelê me di nava aramî û ewlehî de jiyan bikin. Tişta ku ji me tê xwestin ew e ku em giştî bibin yek û ji bo aramiya welatê xwe tê bikoşin.”

ANHA