5 partiyan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

5 partiyên siyasî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bînin.

5 partiyan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
15 ÇILE, 2024   19:57
QAMIŞLO

Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Sûriyeyê, Yekitiya Kedkarên Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a  Kurdistanê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan nameya "Operasyonên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên li herêmên Rêveberiya Xweser berdewam e" dide. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk nîşan dide ku ew ê şerê xwe li dijî projeyên demokratîk ên herêmê û têkbirina hewldanên şerê li dijî DAIŞ'ê didomîne.

Di daxuyaniyê de bang hemû hêz û partiyên siyasî yên niştîmanî û gel hat kirin ku li hember terora dewleta Tirk bibin yek û destekê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê jî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê êriş "li dijî hebûna Kurdên li Sûriyeyê û yekitiya Sûriyeyê" hat nirxandin.

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Sûriyeyê hat kirin ku li hember van êrişan helwesta xwe zelal bike û li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlekariyê gilî bikin. Bang li civata navneteweyî hat kirin ku li dijî êrişên dewleta dagirker xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve.

(mh)

ANHA