3 mehên din hevdîtina malbatê li Rêber Ocalan hat qedexekirin
Bi hinceta “cezayê disiplînê” 3 mehên din cezayê qedexekirina hevdîtina malbatê ya li gel Rêber Abdullah Ocalan hat birîn.

Li gorî nûçeya MA li Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de û 38 meh in tu agahî ji wan nayê girtin 3 mehên din qedexekirina hevdîtina bi malbatê re hat birîn.
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28’ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê “cezayê disiplînê” li Rêber Ocalan biriye. Hat diyar kirin ku biryar di 12’ê Nîsanê de teqez bûye.
Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26’ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin.
serlêdana û îtiraza parêzeran a ji bo biryara “cezayê disiplînê” hat redkirin.