22 roj e agahî ji Silêman Ehmed nîn e

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 22 roj e agahî jê nayê wergirtin.

22 roj e agahî ji Silêman Ehmed nîn e
15 mijdar, 2023   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 22 roj e agahî jê nayên wergirtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyekê îdia kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman Ehmed xwaribû.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.