200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê hatin belavkirin

Çalakiya pirtûkxaneya gerok a li kantona Reqayê îro bi belavkirina nêzî 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê hatin belavkirin
200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê hatin belavkirin
200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê hatin belavkirin
200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê hatin belavkirin
200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê hatin belavkirin
2 nîsan, 2024   19:50
REQA

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Reqayê duh çalakiya pirtûkxaneya gerok ji bo 2 rojan li dar xist.

Di roja yekemîn de çalakî li çerxerêyên Neîm û Delê yên bajêr bû.

Îro jî çalakî li Parka Reşîd û Parka Jina Azad ji saet 14:00 heta 18:00'an dom kir.

Çavdêrên çalakiyê destnîşan kir ku armanc ji wê çalakiyê ew e ku hemwextî nêzîkbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê) pirtûkên wî di nav şêniyên Reqayê de bên belavkirin

Di her du rojên çalakiyê de nêzî 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

(mh)

ANHA