Li Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî hat bibîranîn

Mala Êzidiyan a Helebê di salvegera 6ˊemîn a şehadetê de şehîd Mam Zekî Şengalî bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdên Goristana Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi bîr anî.

Li Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Mam Zekî Şengalî hat bibîranîn
14 tebax 2024   21:57
HELEB

15ˊê Tebaxê salvegera 6ˊemîn a şehadeta endamê Koordînasyona Civaka Êzidî şehîd Mam Zekî Şengalî ye. Mam Zekî Şengalî dema ji merasîma bîranîna şehîdên gundê Koço vedigeriya di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya wî de şehîd bû.

Bi vê boneyê, Mala Êzidiyan a Helebê li ser gorên şehîdan ên Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mûm pêxistin.

Di çalakiyê de endamê Meclisa Giştî ya Yekitiya Êzidiyên Sûriya Menan Cafer di destpêka axaftina xwe de tevahî şehîdên azadiyê di serî de fermandar şehîd Egîd û Mam Zekî Şengalî bi bîr anîn.

Cafer behsa rola pêşeng ku şehîd Mam Zekî Şengalî di avakirina YBŞˊê de lîstiye, her wiha hişyarkirina civaka êzidî kir.

Cafer di dawiyê de got şehîd Mam Zekî Şengalî xwedî gelek taybetmendiyan e, her wiha Mam Zekî Şengalî got kurdên êzidî ne mîna berê ne, êdî rastiya kî bi wan re û kî li dijî wan e baş dizanin.

piştî axaftinê beşdaran kulîlk danîn ser gorên şehîdan û mûm pêxistin.

Çalakî bi diruşmên silavkirina berxwedana Şengalê û parastina pransîbên Pêngava 15ˊê Tebaxê bi dawî bû.

(fr)