2 malbat li hev hatin

Desteya Rûspiyan û Nivîsgehên Têkiliyên Leşkerî bi merasîmekê 2 malbat li hev anîn.

2 malbat li hev hatin
2 malbat li hev hatin
2 malbat li hev hatin
2 malbat li hev hatin
2 malbat li hev hatin
2 malbat li hev hatin
2 malbat li hev hatin
2 malbat li hev hatin
2 malbat li hev hatin
16 sibat, 2024   18:02
QAMIŞLO

Desteya Rûspiyan a Harêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nivîsgehan Têkiliyan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi merasîmekê 2 malbat li hev anîn.

Ji beriya 2 mehan ve di navbera malbata Xelo (eşîra Mirsinî) û malbata Mihemed Hemîd Temo Gewrê (eşîra Hebesbenî) de pevçûn derketibû.

Merasîmê lihevanînê li Xwaringeha El Xal a li bajarê Qamişlo bi amadebûna rûspiyên herêmê û malbatên şehîdan hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Endamê Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê Hesen El Ferhan axivî û bixêrhatina mêvanan kir. El Ferhan diyar kir ku pevçûn li her deverê derdikevin, lê çênabe dewam bike, divê çareseriyê bê danîn.

El Ferhan bal kişand ser hewildanên dewleta Tirk a dagirker ên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên li herêmê de û got: “Ew ê nikaribe vê planê pêk bîne, ji ber çanda hevgirtinê çanda me ye.”

Endamê Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê Îbrahîm Gulo jî axivî û da zanîn ku ew bi hêvîne ku nakokiyên di navbera her du malbatan de li vî cihî bi dawî bibe û ev bang kir "Divê rê li ber pevçûnên malbatî bê girtin, niha pêwîstî bi perwerdekirina zarokên xwe li ser yekgirtinê heye."

Piştî axaftinan her du malbat bi dest silav dan hev û spasiya saziyên peywendîdar ên ku di nava lihevanînê de cih girtibûn kirin.

Merasîm bi imzekirina belgeya lihevanînê ji aliyê malbata Xelo û malbata Hemîd Temo Gewrê ve bi dawî bû.

(sb)

ANHA