Helwestên piştî komkujiya nexweşxaneya li Xezayê

Li gorî daneyên dawîn, di komkujiya nexweşxaneya El Ehlî ya li Xezayê de herî kêm 500 kes hatine kuştin. Piştî komkujiyê her du aliyên şer hev du tawanbar kir. Ji welatên Ereban û rojavayî jî helwest derketin.

Helwestên piştî komkujiya nexweşxaneya li Xezayê
18 cotmeh, 2023   08:45

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku di encama êrişa li dijî nexweşxaneya El Ehlî (El Miemedanî) ya li Xezayê de herî kêm 500 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û  zarok in, bi sedan jî hîna di bin enqazan de ne. Lewma dibe ku bîlançoya kuştiyan girantir bibe.

Wezaretê daxuyand ku berpirsê bombebarankirina nexweşxaneyê artêşa Îsraîlê ye. Îsraîlê ′Tevgera El Cîhad El Îslamî′ ya Filistînê berpirsa êrişê nîşan da.

Tevgera El Cîhad daxuyaniyên Îsraîlê wekî “derew û tawanbariyên bê bingeh” bi nav kirin û got, “Îsraîlê bi vê yekê hewl dide xwe ji vê komkujiya hovane dûr bixe.”

LÛTKEYA ÇARALÎ HAT BETALKİRİN

Duh piştî komkujiyê, Urdinê lûtkeya çaralî ku dihat payîn îro li paytexta wê Emanê bi beşdariya serokê Amerîkayê Joe Biden, serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, serokê Filistinê Mehmûd Ebbas û şahê Urdinê Ebdullah El Sanî bihata lidarxistin, betal kir.

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî êriş şermezar kir û ev hişyarî da: “Agirê bombeyên Amerîka û Îsraîlê dê demeke nêz Îsraîlê bişewitîne.”

HİZBULLAHÊ BANGA XWEPÊŞANDANÊ KİR

Li aliyê din Hizbullah a Lubnanê banga xwepêşandana ′roja hêrsê ya mezin′ kir û bang li gelên Ereb kir ku dakevin qadan û êrişa nexweşxaneya Xezayê şermezar bikin. Daxuyanî hemwextî xwepêşandana bi sedan welatiyan li ber balyozxaneyên Amerîka û Fransayê li Lubnanê hat dayîn.

TÊ PAYÎN KU KONSEYA EWLEKARİYÊ BİCİVE

Çaverê ye ku îro Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser daxwaza Rûsya û Îmaratê dê ji bo nîqaşkirina êrişa dijî nexweşxaneya li Xezayê bicive.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî bang li Îsraîlê kir ku bi wêneyên stalaitê îsbat bike ku wê êriş pêk neaniye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bombebaran şermezar kir û got: “Tu sedemên hedefgirtina sivîlan tune ne.”

Li aliyekî din jî Sekreterê Giştî yê NY′yê Antonio Guterres banga agirbesta mirovî ya lezgîn kir.

Komîserê Bilind ê mafên mirovan yê girêdayî NY`yî Volker Türk jî diyar kir ku êriş nayê qebûlkirin.

BÎLANÇOYA ŞER

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di şerê ji 7′ê Cotmehê dewam dike de piraniya wan jin û zarok zêdetirî 3 hezar û 200 kes hatine kuştin, 11 hezar jî bûne.

(fr/c)