Dagirker li malên welatiyan dide

Dewleta Tirk a dagirker gundekî Şerayê topbaran dike û malên hemwelatiyan dike armanc.

Dagirker li malên welatiyan dide
16 cotmeh, 2023   16:56

Dewleta Tirk  a dagirker di van kêliyan de gundê Tunibê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dike û malên hemwelatiyan dike hedef.

Beriya saetekê dewleta Tirk gundê Birc Qasê yê Şerayê topbaran kir û di encamê de zarokek birîndar bû.

Derdera saet di 16: 44′an de artêşa dagirker gundê Soxanekê û derdora gundê Bênê yên navçeya Şêrawayê topbaran kirin.

(bb)