​​​​​​​Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn konê sersaxiyê hat vedan

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şehîdên Akademiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir konê sersaxiyê veda.

​​​​​​​Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn konê sersaxiyê hat vedan
​​​​​​​Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn konê sersaxiyê hat vedan
​​​​​​​Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn konê sersaxiyê hat vedan
​​​​​​​Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn konê sersaxiyê hat vedan
​​​​​​​Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn konê sersaxiyê hat vedan
​​​​​​​Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn konê sersaxiyê hat vedan
​​​​​​​Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn konê sersaxiyê hat vedan
13 cotmeh 2023   14:03

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo 29 şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir a li Dêrikê, konê sersaxiyê li qada Îtfaiyê ( Agirkujê) veda. Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Reqayê, ciwanên şoreşger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl herikîn bin kon.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Xalid Berkel di bin kon de axivî. Xalid Berkel sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Dijberên projeya me hewl didin îradeya me bişkînin û projeya me têk bibin, lê êrişên wan bi saya hêzên me yên li eniyên berxwedanê û bi saya hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûn. Em ê bi ser kevin û em ê li gorî berpirsyartiya ji me tê xwestin bin, em ê heta dawiyê şopdarên xeta şehîdan bin. Şehîd namirin..Bijî Sûriyeke azad, demokratîk nenavendî."

Hevserokê Meclisa Sivîl  a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El Zîb sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Em ji hêzên tarî û yên zalim re dibêjin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî êrişan diseknin. Ev êrişên bi rêya balafirên şer û yên bê mirov sûcek e ku li ber çav û guhên cîhanê û dewletên garantor têne kirin, lê her kes bêdeng in."

Şêx Mihemed Nûr El Zîb soza şopandina xeta şehîdan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê şopdarên rêya şehîdên azadiyê bin ta projeya Rêveberiya Xweser bi ser bixin. Ev proje bûye kelemek li hemberî zalim û şovenistên Tirk, dewlet netewe û kapîtalîzmê. Serketina vê projeyê serkeftina tevahî gelên Rojhilata Navîn e."

Di dawiya merasîmê de soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.

(bb)

ANHA