​​​​​​​Li Minbic û Kobanê meşên li dijî komployê

Beşdarên meşên li Kobanê û Minbicê soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî da û gotin êrişên li dijî herêmê berdewama Komploya Navneteweyî ne.

9 cotmeh, 2023   13:05

Şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbicê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, xwepêşandanên li dar xistin.

Xwepêşandana li Kobanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd rawestiya. Li qadê cîgira Hevserokatiya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got: “26 sal e komplo li dar e. Xeyal dikin ku bigihêjin armancên xwe, lê ew şaş in.”

Mizgîn wiha domand: “Bi saya Rêbertî, jinan xwe nas kir û li hember zîhniyeta baviksalar li ber xwe da.”

Mizgîn teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Her wiha serokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ferhan Hec Îsa axivî û got: “Berxwedana ku Rêberê me li hember tecrîdê dimeşîne, dîrokî ye.”

Hec Îsa got serkeftin nêz e, ji ber ku li paş Rêber Abdullah Ocalan gelek serhildêr hene û berxwedan ji xwe re kiriye bingeh.

`LI SER ŞOPA WÎ EM Ê LI HEMBER KOMPLOYAN BISEKININ`

Li Minbicê jî, xwepêşandanê ji Çerxerêya El Mîzan dest pê kir. Xwepêşandêr heta Çerxerêya El Delê meşiyan. Li wir hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo axivî û got: “Sala 1998`an komplo li dijî rêber û fîlozof Abdullah Ocalan pêk hat. Dewleta Tirk û hêzên komploger, fikirîn ku dê fikrên wî tune bikin. Lê belê ew bi bin ketin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe dîwarên Îmraliyê şikandin û gihaşt seranserî cîhanê.”

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebûd axivî û got QSD hêz û vîna xwe ji gelê herêmê digire û dê li hember teror û dagirkeriyê bi ser keve.

Ezab diyar kir ku dê axa dagirkirî bê rizgarkirin û komployên dagirkeriyê têk biçin.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Ednan Xelîfe jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan li dû xwe rêveber gihandin ku dikarin li ser şopa wî bimeşin û got: “Divê em dengê xwe bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9PB_rL8oFhk?si=pfSVJVat1Xba8CoE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>