`Xwîna sûriyeyî ku bi destî dagirkeran tê rijandin dê me bike yek`

Partî û tevgerên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe yên Helebê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa li Himisê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Divê em nakokiyên xwe deynin aliyekî û li dijî terorê bibin yek."

`Xwîna sûriyeyî ku bi destî dagirkeran tê rijandin dê me bike yek`
8 cotmeh, 2023   19:39

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan çalakvan, kesyaetên siyasî û yên serbixwe li nêzî Keleha Helebê hate dayîn û ji aliyê çalakvan Netaşa El Esferî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrişan de dê pêleke koçberiyê û karesateke mirovî ya din rû bide ku tenê xizmeta siyasetên Tirkiyeyê yên guhertina demografiya bakurê Sûriyeyê dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişkera Tirk ne tenê berpirsê komkujiya Fakulteya Şer a Himsê ye lê belê destê wê di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê de heye û ewqas sûc kirine ku digihêjin asta sûcên şer, li dijî mirovahiyê û jenosîdê.

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya aliyên Sûriyeyê hat kirin ku li hember dagirkerî û terorê nakokiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek.

Her wiha bang li hêzên garantor û civata navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih, êrişa dewleta Tirk rawestînin.

Di dawiyê de hate gotin: “Dem dema em bibin yek, armanca me yek be ew jî derxistina dagirkeriyê û terorê ji axa Sûriyeyê ye.”

Tevger û partiyê tev li daxuyaniyê bûne ev in:

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyeyê

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyeyê

Partiya Sûriye Ewlen

Tevgera Nîştimanî ya Guhertina Aştiyane ya Kurd

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Demokratîk a Civakî

Partiya Neteweyî ya Civakî-Serhildan a Sûriyeyê

Partiya Piştgirî ya Demokratîk

Meclisa Sûriya Demokratîk-Heleb (MSD)

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Ciwanan a Nîştimanî ya Sûriyeyê

Şepêla Nîda El Beled

Meclisa Jinan a Sûriyeyê

Kongra Star

Çalakvana sivîl Miryana El Elî

Çalakvana civaka sivîl Nataşa El Asferî

Çalakvana sivîl endezyar Lîza Asî

Lihevhatinên nîştimanî Dr.Feysel Qeşaşe

Wêjevan û rojnamevan Rûla El Hesen

Sekreterê giştî yê Sewabit El Wataniye ya Şamê Dr.Ferhat Kesim

Li ser navê Rêxistina Aştiya Adil û Giştî ya NY`yê Dr.Yarub Mihemed Emîn Elî

Li ser navê Weqfa Ilmanî ya Sûriyeyê Dr.Îlyan Heylanî

Dr.Hisên El Kenc

Dermanfroş Şaban Mistefa

Dermanfroş Şêrgo Hemade

Dermanfroş Ebdulhenan Îbrahîm

Dermanfroş Encla Reşo

Dr.Ferhad Şewket Nasan

Endezyar Ednan Caro

Endezyar Mihemed Emîn Hisên

Endezyar Hêva Mihemed Yasîn

Rojnamevan û çalakvan Însaf Silêtîn

Li ser navê civaka sivîl Rîham Îbrahîm

Weqfa Parêzerên Helebê; parêzer Sefwat Hisên

Parêzer Ridwan Berîdî

Parêzer Zûhêr Bî

Parêzer Buşra Exyorlî

Parêzer Mistefa Xewatmî

Parêzer Muhened Qerawî

Parêzer Zekeriya Xersa

Parêzer Suhad El Yusfî

Parêzer Mehmûd Tiyare

Balyozê niyetên baş û aştiya navneteweyî Dr.Fîras Recûh

Dr. Ebdulqadir Herîrî

Çalakvana sivîl Lîza El Asî

(bb-şx)