Hikumeta Şamê droneke din xist xwarê

Hêzên hikumeta Şamê droneke din a çeteyên dewleta Tirk a dagirker xist xwarê.

Hikumeta Şamê droneke din xist xwarê
8 cotmeh, 2023   18:43

Droneke çeteyên dewleta Tirk da dagirker asîmanê parêzgeha Helebê binpê kir. Hêzên hikumeta Şamê dron li nêzî Mizgefta Beraa ya li taxa Seyf El Dewla xist.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hikumeta Şamê ji ber binpêkirinên ji aliyê dronan zêde bûye fermana qedexekirina kombûnan daye.

Di dîmenê bi rêya telefonê hatiye kişandin de, diyar dibe ku drona bi nizmî digere ya xwekujî ye û bi çeka kilaşînkovê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve tê xistin.

Duh jî hêzên hikumeta Şamê li droneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Helebê xist.

(bb)

ANHA