Helwesta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dagirkeriyê

Şêniyên Reqayê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê sûcên dermirovî ne û gotin: "Em ê heta dawiyê xak û gelê xwe biparêzin."

Helwesta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dagirkeriyê
Helwesta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dagirkeriyê
Helwesta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dagirkeriyê
8 cotmeh, 2023   06:35

Şêniyên Reqayê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Besam El Hemed êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Em bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî dikin ku van êrişan rawestînin. Helwesteke rastîn li hember van êrişan nîşan bidin. Em bang dikin ku ev êriş rawestin. Em dê li hember dewleta Tirk a dagirker bibin bendeke asê.”

Welatiya bi navê Xedîce El Sayir jî got: “Armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina navendên stratejîk ên herêmê şikandina vîna me ye. Lê em dê bi tevahî hêza xwe li hember bisekinin.”

Şêx Tirkî Soan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca vejandina DAIŞ'ê êriş herêmê dike û wiha domand: "Em şer naxwazin lê belê eger hat ber derê, em hazir in. Dê xak, gel û destkeftiyên xwe bi hemû hêza xwe biparêzin. Em ê bi ser kevin û tevahî herêmên xwe rizgar bikin."

El Soan banga qedexekirina qada hewayî li herêmê kir.

(mh)

ANHA