6 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên herêma Firatê 6 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker oxir kirin.

6 şehîd hatin oxirkirin
6 şehîd hatin oxirkirin
6 şehîd hatin oxirkirin
6 şehîd hatin oxirkirin
6 şehîd hatin oxirkirin
6 şehîd hatin oxirkirin
6 şehîd hatin oxirkirin
6 şehîd hatin oxirkirin
7 cotmeh, 2023   14:38

Cenazeyên welatiyên bi navên Gêlo Şêx, Huzeyfe Hiso, Ebdurehman Hecî, Îsamîl Xelî, Ebdurehman Nasan û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebûd (Îsa Casim) yên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, bi merasîmkê hatin veşartin. Şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn ku li Goristana Şehîd Dîcleyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Suad Dumer axivî û got dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya gelên azadîxwaz têk bibe û got: "Di vê mehê de salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ye, bi vê komployê xwestin îradeya gelên azadîxwaz têk bibin, lê gelên herêmê ji komployan mezintir in. Gelên herêmê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşe û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Dewleta Tirk a dagirker îro dixwaze me qir bike, lê em tu carî teslîm nabin, em heta dilopa dawî ya xwîna xwe xaka xwe biparêzin. Em ê bi rih û têkoşîna şehîdan û bi fikr û felsefeya Rêbertî tevahî komployan têk bibin, em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Endamê Meclisa TEV-DEM′ê ya herêma Firatê Ebduselam Mistefa jî anî ziman ku dewleta Tirk serkeftinên ku gelên herêmê û QSD′ê bi saya projeya neteweya demokratîk bi dest xistine tehemul nake, ji ber vê yekê qadên sivîlan û navendên xizmetguzariyê dike hedef. Mistefa got, ew ê li hemberî planên dagirkeriyê bisekinin û destkeftiyan biparêzin.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê wesîqeyên şehadetê yên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên şehîd Huzeyfe Hiso û Gêlo Şêx li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin û cenazeyên şehîd Ebdurehman Hecî, Îsamîl Xelî, Îsa Casim û Ebdurehman Nasan ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Sirînê ve hatin oxirkirin.

(bb)

ANHA