Li Viyanayê çalakiya destekdayîna Bakûr û Rojhilate Suriyeyê

Li paytexta Avusturya Viyanayê Kurdan û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin û daxwaza qedexeya qada hewayî kirin.

Li Viyanayê çalakiya destekdayîna Bakûr û Rojhilate Suriyeyê
7 cotmeh, 2023   13:11

Kurdên li Viyanayê û dostên wan li pêşiya parlamentoya Avusturyayê civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.   

Di çalakiya ku Hevserokê Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar jî tevlî bû de girseyê alên YPG, YPJ’ê hildan. Her wiha bi dirûşmeyan hat xwestin ku qada hewayî ya li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo Tirkiyeyê were qedexekirin.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar di çalakiyê de axivî û got: “Li hemberî gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê komployek heye. Ev jî bi rengê êrişên topyekun ên dewleta Tirk a dagirker pêk tên. Bi vê komployê tê xwestin îradeya gelan bê têkbirin. Ev êrîşên Erdogan, partî û dewleta wî wê tu carî nikarin pêşî li meşa şoreşa me bigirin.

Li hemberî van êrîşan gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê berxwedanek mezin heye. Em li derve çi bikin jî beramberî vê berxwadanê kêm e. Serkeftina me bê bi têkbirina zîhniyeta sûc û qirkirinê.”

Piştî axaftinê girse bi dirûşmeyan û li gel strana “Şervano” li nava kolanên bajar meşiya.

(a)