Nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal hat destgîrkirin

Li Mêrsînê di operasyona qirkirina siyasî de, rojnamevan Ahmet Kanbal hate binçavkirin.

Nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal hat destgîrkirin
6 cotmeh, 2023   07:47

Li gor ANF`ê nûçegihanê Ajansa Mezopotayayê (MA) Ahmet Kanbal di serdagirtina mala xwe ya li Mêrdînê de hate destgîrkirin.

Di serdagirtinê de polîsan dest danî ser telefon û komputera Kanbal. Sedema destgîrtinê nehat zanîn û hat diyarkirin ku Kanbal birine Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.