Ji hevserokên rêxistinên Kurdistanî banga xwedîderketina li Rojava

Hevserokên KONGRA GEL, KNK, KCKD-E, KON-MED’ê bang li gelê çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kirin ku dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi yekrêzî li dora pergala Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bibin xelek.

Ji hevserokên rêxistinên Kurdistanî banga xwedîderketina li Rojava
6 cotmeh, 2023   05:12

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka Konga Netewî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murad, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistan a Ewropa (KCKD-E) Zubeyde Zumrut û Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) Emîne Rûken Akça derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de ji ANHA’yê re axivîn.

REMZÎ KARTAL: EV PÊVAJOYA TÊKÇÛNA FAŞÎZM Û XIYAANETÊ YE

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, destnîşan kir ku dewleta faşîst a Tirk piştî çalakiya li Enqereyê dixwaze rojevê bigûherîne û ev nirxandin kir: “Bi çalakiya fedaî ya li Enqereyê derbeyek mezin xwarin. Propagandaya dewleta Tirk bi vê çalaliyê re têk çû. Lewma ji bo ku encam bigirin êrişî Rojava û gerîlayên azadiyê dikin. Lê ne mimkun e ku encam bigirin. Divê gelê me yê çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat xebat û têkoşîneke gelemperî bide meşandin. Li hemberî vê siyaseta dewleta Tirk divê herkes helwest nîşan bide. Wê dewleta Tirk bi van êrişên xwe re rewşa xwe xiraptir bike. Ev pêvajoya têkçûna siyaseta faşîzma dewleta Tirk û xeta xiyanetê ye. Divê hemû gel û saziyên me li hemberî xiyanet û êrişan helwesta xwe xurt tir bike.”

ZEYNEP MURAD: PARASTINA DESTKEFTIYAN BI RÊYA YEKÎTIYÊ PÊKAN E

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murad, bal kişand êriş ancax bi yekîtî û yekrêziyê dikarin werin tekbirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker li Qadên Parastina Medyayê çekên qedexekirî bikar tîne, li Rojavayê Kurdistanê jî bînêsaziyê û hemwelatiyan dike hedef. Sûcên şer dike. Dixwazin DAIŞ’ê li herêmê zindî bikin. Ev êriş dijî hemû zagonên navnetewî ne. Lewma dewleta Tirk ji bo hemû cîhanê bûye metirsiyek. Bêdengiya hêzên navnetewî tê wateya erêkirina qirkirina Kurdan. Erk dikeve ser milê saziyên hiqûqî û mafê mirovan ku dawî li van êrişan bînin. Divê qadên hewayî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk re bêne qedexekirin. Em bang li hemû hêzên Kurdistanê dikin ku dijî van êrişan xwedî helwest bin. Ev êriş hemû gelên me dikin hedef.  Parastina şoreşa mirovahiyê, şoreşa jinê erkek dîrokî ya li ser milên hemû hêzên Kurd û Kurdistanî ye. Divê em îro xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin. Ev ancex bi rêya yekîtiya netewî û yekhelwestiyê dikare pêk were. Bi yekîtiya xwe em bibin bersivek xurt ji van êrişên hovanê re.”

ZUBEYÎR AYDAR: EV DIJMINATIYE HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar, anî ziman ku wê berxwedaniya gelên herêmê biser bikeve û ev nirxandin kir: “Êrişên li ser Rojava parçeyek siyaseta qirkirinê ye. Ji aliyê Rojava ve tu êriş li ser Tirkiyeyê çênebûne. Îddîayên ku dibêjin kesên çalakiya Enqereyê kirine ji Rojava çûne derew in. Li hincetan digerin. Li Stanbolê bombeyek ji aliyê jineke Ereb ve hate teqandin, xwestin wê jî têxin stuyê Rojava. Dîsa êrişî Rojava kiribûn. Cîhanê hemû dît ku ev ne rast e. Niha jî heman tiştî dikin. Daxuyaniyên dewleta Tirk dijî mirovatiyê ne. Hebûna Rojava û Kurdan ji bo xwe dikin hedef. Ev berdewamiya êrişên dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Li dijî vê em ê wekî gelê Kurd û rêxistinên Kurdistanê bi her awayekî berxwe bidin. Berxwedaniya me pîroz û rewa ye. Ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku li her cihî dijî van êrişan rawestin. Ev dijminatiya hemû destkeftiyên Kurdistanê ye. Dixwazin tiştên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirine li her cihê Kurdistanê bikin. Yên dixwazin dewleta Tirk nas bikin, bila biçin li pratika Efrîn û Cizîrê binêrin. Em bang li hêzên cîhanî û bi taybetî Koalîsyona Têkoşîna Dijî DAIŞ`ê dikin; dewleta Tirk a hevkara DAIŞ`ê, dixwaze Rojava ji selefiyan re veke. Berxwedaniya dijî selefiyan li herêmê lewaz dike. Divê Koalîsyon xwedî helwest be û xwedî li erken xwe derkeve. Rûsya divê qada hewayî ji dewleta Tirk re bigire. Di mijara Ukrayna de bazaran li ser Kurdan neke. Bi vî rengî bang li cîhanê û hêzên demokratîk dikim ku bi Kurdan re bin. Emê li ber xwe bidin û em ê biser bikevin.”

ZUBEYDE ZUMRUT: ROJAVA JI BO HEMÛ GELAN ESASÊ BERXWEDANÊ YE

Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumrut, bal kişand ser pêwendiya êrişan û komploya navnetewî û got: “Di salvegera komployê de êrişên wiha pêk tînin. Hedef dikin ku rojeva têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û tecrîta girankirî sar bikin. Êriş dijî hemû mirovahiyê ne. Eger pêşiya wan neyên girtin wê komkujiyên mezin bi xwe re bînin. Divê li beramberî van êrişan tu hêzên cîhanî bêdeng nemînin. Li Rojava jiyanîkirina paradigmaya Rêber Apo di dilê dagirkeran de wekî kul maye. Dewleta Tirk ev demeke dirêj e sînorên mirovahiyê pên dike. Şermezarkirina van êrişan têrî nake, divê xwedî derketin û parastin di asta bilind de pêk were. Bila baş bê zanîn ku parastina destkeftiyên Rojava wê hemû êrişan têk bibin. Divê hemû gelê me li dora Rojava bibe xeleka berxwedanê. Rojava ji bo hemû gelan esasê berxwedanê ye.”

EMÎNE RÛKEN AKÇA: EM LI HER CIHÎ DENGÊ XWE BILIND BIKIN`

Hevseroka KON-MED Emîne Rûken Akça wiha got: “Armanca AKP/MHP tinekirina destkeftiyên Kurdan e. Divê em li her cihî dengê xwe bilind bikin û rê nedin wan. Metirsiya li ser Rojava ji bo perçeyên Kurdistanê yên din jî xeteriyek e. Rojava di encama berdelên gelekî mezin de hatiye bidestxistin. Divê hemû gelên Ewropayê jî têkevin tevgerê û Rojava biparêzin. Bila herkes bizanibe eger îro Rojava biçe wê sibe temamî Kurdistan bibe hedef. Em vê tu carî qebûl nakin. Hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan ava kirine. Ji niha pê de em rê nadin vê armancê û jenosîdan.”

(a)

ANHA