Vê carê herêma Firatê tê topbarankirin-Hat Nûkirin

Dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gundên kantona Kobanê û Girê Spî topbaran dike.

Vê carê herêma Firatê tê topbarankirin-Hat Nûkirin
5 cotmeh, 2023   21:40

Nûçegihanên me li herêma Firatê ragihandin ku dewleta Tirk û çeteyên wê gundên bakurê Kantona Kobanê û gundekî rojhilatê navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya dagirkirî, bi çekên giran topbaran dikin.

Her wiha aşkera kirin ku li kantona Kobanê li aliyê rojava gundên; Carqilî, Gultepe Til Şiîr, û li aliyê rojhilat jî gundên Zormixar, Şiyûx Jorîn û Baxdik û her wiha bendên hikumeta Şamê yên li gundên Ehmed Mûnîr û Goran tên topbarankirin.

Li Eyn Îsayê jî, gundê Mişêrfe yê rojhilatê navçeyê, gundê Ebû Netûne û Sakîro, seyrangeha El Saqir û gundê Tirwaziye bûne armanca êrişan.

Bendên hikumeta Şamê yên li rojavayê navçeya Eyn Îsayê jî tên topbarankriin lê agahiyên din der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA