​​​​​​​MSD'ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Bi erkên xwe yên nîştimanî rabin

MSD'ê bang li gelê Sûriyeyê kir ku bi yekrêziyekê xwedî li erkê xwe yê niştîmanî yê li hember "êrişa dewleta terorê" û dagirkeriya Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker peydakirina atmosfereke guncaw ji bo vegera DAIŞ'ê ye.

​​​​​​​MSD'ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Bi erkên xwe yên nîştimanî rabin
5 cotmeh, 2023   19:32

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên enerjiyê û nuqteyên xizmetguzarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û tê de ew êriş bi tundî şermezar kirin.

MSD′ê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û anî ziman ku ji duh û heta vê kêliyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi rêya balafirên şer û bêmirov li dijî avahiyên enerjiyê û avahiyên xizmetguzariyê nesekinîne. Ev êriş dikevin xana sûcên şer, ji ber di encamê de gelek welatî şehîd bûn û birîndar bûn; ji wan leşker û sivîl hene.

MSD'ê her wiha îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje ku sûcdarê teqîna Enqereyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî xaka Tirkiyeyê bûye red kirin û piştrast kir ku ev îdia metirsiyê didin çarenûsa gelên herêmê û armanca wan têkbirina aramiya ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêk anîne û ji wê zêdetir atmosfereke guncaw ji bo vejandina DAIŞ'ê, domandina planên xwe yên guhertina demografîk û dagirkirina herêmê pêk bînin.

MSD'ê di daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku van êrişên hovane şermezar bike û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze, her wiha bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û kiryarên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de MSD'ê bang li gelê Sûriyeyê kir ku tev bi yekrêziyekê xwedî li erkê xwe yê niştîmanî yê li hember êrişa dewleta terorê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin.

(mh)