Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê başûr-rojavayê Sirînê bombebaran kir

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundê ′Qesif′ ê başûr-rojavayê navçeya Sirînê ya li başûrê Kobanê bombebaran kir.

Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê başûr-rojavayê Sirînê bombebaran kir
5 cotmeh, 2023   09:45

Li gorî agahiyên nûçegihanên me, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan kargeheke tamîrkirina erebeyan a li gundê ′Qesif′ ê başûr-rojavayê navçeya Sirînê bi 3 moşekan bombebaran kir.

Nûçegihan der barê bombebaranê de tu agahiyên din aşkera nekirin, her wiha li herêmê gera balafirên bêmirov heye.

(fr)

ANHA