​​​​​​​Til Birak tev li kantona Hesekê bû

Hevserokatiya kantona Hesekê aşkera kir ku êdî navçeya Til Birak û bajarokên girêdayî wê, ji aliyê rêveberî ve girêdayî kantona Hesekê ne.

​​​​​​​Til Birak tev li kantona Hesekê bû
3 cotmeh, 2023   12:09

Nivîsgeha Ragihandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li ser navê hevserokatiya kantona Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Navçeya Til Birak û 4 bajarokên girêdayî wê êdî ji aliyê rêveberiyê ve girêdayî kantona Hesekê ne. Berê girêdayî kantona Qamişloyê bûn."

(fr)