Hejmara 223'an a rojnameya  Newaya Jin derket

 Hejmara 223'an a rojnameya  Newaya Jin bi manşeta "Ruhê azadiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê" hate weşandin 

Hejmara 223'an a rojnameya  Newaya Jin derket
2 cotmeh, 2023   10:04

Rojnameya Newaya Jin ku li Ewropayê mehane tê weşandin bi manşeta "Ruhê azadiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê" hate weşandin.

Di hejmara Cotmehê ya rojnameyê de cih ji mijarên salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Rêber Abdullah Ocalan û şehîdin Şehîdên meha Cotmehê re hate dayin.

komploya navneteweyî bi sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dewam dike, li hemberî vê yekê jî têkoşîna li dijî komployê bi hemû dînamîkan dewam dike. Havîn Guneşer got, "Piştî 25 salan Rêber Apo ji her demê bêhtir bandorê dike. Ji milyonan mirovî re dibe çavkaniya sûdwergirtinê. 

Rojnameyê di hejmara Cotmehê de cih da têkoşîna şehîdên meha Cotmehê ku mohra xwe li têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xistin.  Her wiha rojnameyê jî qaal endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel kir ku Akarsel ku di sala  2022'yan de li Silêmaniyeyê hate qetilkirin jî kir,  'Ez hebûm, heme, ez ê hebim' a Rosa Luksembûrg, bal kişand ser êrîşên sîstemê yên li dijî pêşeng û şoreşgerên jin, salvegera yekemîn a raperîna jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand, "Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê", "Tevna Alternatîfan a Navneteweyî"  ku bi beşdariya nûnerên ji çand û 20 welatên cuda yên ji Kenya, Kurdistan, Latîn Emerîka, Başûrê Asyayê di meha Tebaxê de pêk hat. qala Tevgera Chîpko kir ku li Hindistanê li dijî polîtîkayê talankirina tê meşandin.

Rojnamê cih da Rêya ber bi serketina Kurdan ve" hevdîtinên dewleta tirk ên bi Iraq û Başûrê Kurdistanê û rola PDK'ê ya di plana dagirkeriyê de û encamên konferansa jinê ya Partiya Çep a Kesk û pêngava "Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve" ya 15'ê Îlonê dest pê kir, 

Di hejmara vê mehê de ya rojnameyê du portreyên jin ên cuda bi Kurdî û Tirkî hatin vegotin. Berjîn Têkoşer qala Atûsa, Ronahî Yildirim jî qala têkoşîna Amîna Wadûd kir.