Şêniyên Hesekê şehîdekî xwe oxir kir

Xelkê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd  Hesen Hemade spart axê.

Şêniyên Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
25 îlon, 2023   17:52

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Hesen Hemade li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawiyê spart axê. Mehmûd Hemade dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Di merasîm de wêneyên şehîd hatin hildan û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan da.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê Şiyar Hesekê sersaxî da malbata şehîd Mehmûd û got: "Dijmin dixwazin planên qirêj li Rojava pêk bînin û îradeya gelan bişkîne."

Şiyar Hesekê soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serketinê da.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd Mehmûd Hemade bi dirûşmên diloziya bi şehîdan re hat veşartin.

(bb)

ANHA