El Sefedî û Ebdulehyan li ser rêbaza ′gav bi gav′ nîqaş kirin

Ajanseke Urdinê diyar kir ku wezîrê Karên Derve yê Urdinê bi hempîşeyê xwe yên Îranê re li New Yorkê gelek dosya nîqaş kirin; ji wan dosyayan krîza Sûriyeyê û hewldana çareserkirina wê li gorî rêbaza ′gav bi gav′ nîqaş kirin.

El Sefedî û Ebdulehyan li ser rêbaza ′gav bi gav′ nîqaş kirin
24 îlon 2023   07:58

Li gorî ajansa Emon a Urdinê, wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen El Sefedî bi hempîşeyê xwe yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan re li New Yorkê krîza Sûriyeyê hewldanên çareserkirina wê li gorî rêbaza ′gav bi gav′ nîqaş kirin.

Emîr Ebduleyan behsa hevdîtina berê ya baş ku li Emanê bi Şahê Urdinê re bi beşdariya El Sefedî hate lidarxistin kir, her wiha behsa hevkariya baş a di navbera her du welatan de di tevahî aliyan de kir. Ebduleyan got Tehran ji bo başkirina têkiliyan û zêdekirina hevkariya di navbera her du welatan de amade ye.

Li gorî ajansê, El Sefedî û Ebduleyan dozên dualî û herêmî, bi taybet doza Filistînê nîqaş kirin Her wiha her duyan krîza Sûriyeyê, hewldanên Erebî û navnteweyî nîqaş kirin ku ew li gorî rêbaza ′gav bi gav′  û biryara 2254′an werin çareserkirin.

El Sefedî got divê krîz bi dawî be, ji ber ku gefan li ewlehiya Urdin û herêmê dixwe, bi taybet jî xeteriya qaçaqiya hişbiran.

(fr)