Ji dayikan peyama li dijî tecrîdê

Dayikên di bin konê çalakiyê yê dijî tecrîdê de peyam da û got: “Ma em ê ji bo serokê xwe çima ne li ser lingan bin? Xwarina me ne xwarin e, xewa me ne xew e û êdî sebra me nemaye.”

Ji dayikan peyama li dijî tecrîdê
24 îlon 2023   07:33

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Înîsiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dane destpêkirin de, duh (23 Îlon) li bajarê Qamişlo konê çalakiyê hat vedan.

Konê ku li Yarîgeha Şehîdên 12`yê Adarê hate vedan. Bi bi sedan jin, ciwan û pîr-kalan berê xwe da kon.

Di nava girseya gel de dayikên temenmezin û yên ku pirsgirêkên wan ên weke çav, ling û dil hene bal dikişandin.  Dayikên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildabûn û dirûşm berz dikirin, hestên xwe bi me re parve kirin.

‘MA EZ Ê ÇAWA NEYÊM’

Dayika bi navê Xedîce Mecîd (73) ku zarokê wê Mihemed Mehmûd (Ebas) sala 1994`an di refên gerîlayên azadiyê de şehîd bûbû, got: “Ma ez ê ji bo serokê xwe çima ne li ser lingan bim? Xwarina me ne xwarin e, xewa me ne xew e û êdî sebra me xilas dibe. Ez hatime da ku biaxivim û dilê xwe vala bikim; dilê min beramberî tecîrdê tije bûye, ma ez ê çilo neyêm çalakiyê. Ka mafên mirovan û edalet? Ez azadiya serokê xwe, aştî û wekheviyê dixwazim.”

`SEROKÊ ME TACA SERÊ ME YE`

Dayika bi navê Nifûsa Hisên (65) axivî û got: “Ez ji bo serokê xwe hatime, xwesteka me azadiya fîzîkî ya Serokatî ye, bijî serok Apo.”

Dayika bi navê Cemîla Receb (65) jî li ser mijarê wiha axivî: “Ez ji bo serokê xwe hatime vir, ez bang dikim da ku wî ji bin zulm û zorê derxin. Bila ji hebs û zindanan derxin, heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê her tê bikoşin. Serokê me taca serê me ye.”

‘EM JI DÛ SEROKÊ XWE VENAGERIN`

Dayika bi navê Yazî Cemhor (60) jî ku zarokê wê şervanê YPG`ê Hemo Qamişlo (Zêdan El Nihar) li Reqayê di sala 2017`an şehîd bûbû, wiha got: “Em dest ji serokê xwe bernadin û li pey serokê xwe venagerin. Bi me tenê dayikan mabe jî em ê mafên xwe bi dest bixin. Em ê bidin şopa tevgera azadiyê û em ji ser vê xetê venegerin û bê serok jiyan nabe.”

(a)

ANHA