Ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiya tolhildanê: 5 çete hatin kuştin

Di çalakiya tolhildanê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de 5 çete hatin kuştin, 7 çeteyên din birîdar bûn. Her wiha 3 baregeh û gelek çek hatin rûxandin.

Ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiya tolhildanê: 5 çete hatin kuştin
21 îlon, 2023   14:26

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê  bi daxuyaniyeke nivisîkî ragihand ku hêzên wan duh (Çarşemê) ji bo her sê şehîdan; fermandar Şervîn Serdar û hevrêyên wê Nûcan Ocalan û Canda Cûdî çalakiyeke tohildanê li dijî çeteyên Sultan Murad ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dar xist.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de hate gotin, çalakî di navbera gundên Til Elî û Suheyb ên Minbicê de hate lidarxistin û di encamê de 5 çete hatin kuştin û 7 çeteyên din birîndar bûn, her wiha 3 baregeh, çekeke doçka, RBG, çekên navîn û 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Di 16′ê Îlonê de, Navenda Ragihandinê ya YPJ′ê bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku endama fermandariya Meclisa Yekîneyên Parastina Jin û endama fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Serdar û şervanên YPJ′ê Nûcan Ocalan û Canda Cûdî 15′ê Îlonê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya wan de li ser rêya gundê Hetabat ê başûrê bajarê Minbicê şehîd bûn.

(bb)