Rewşenbîr: Herî zêde Tirkiyeyê hebûna gelan xistiye metirsiyê

Rewşenbîr, nivîskar û komeleyan beşdarbûna dewleta Tirk a dagirker di civînên NY`yê de şermezar kir û got “Divê civaka navneteweyî bi berpirsyariya xwe li rabe û rê nede Tirkiyeyê, ji ber ku herî zêde ew hebûna gelan dixe nava metirsiyê.”

Rewşenbîr: Herî zêde Tirkiyeyê hebûna gelan xistiye metirsiyê
20 îlon, 2023   12:00

Rewşenbîr, nivîskar û komeleyên çandî têkildarî tevlêbûna dewleta Tirk a dagirker a civînên giştî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku îro li New York a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêk tê, li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’yê ya li Qamişloyê daxuyanî da.

Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê, Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çand û Wêjeya Kurdî, Mala Çandê û Yekitiya Jinên Ermenî daxuyanî da.

Endamê Meclisa Serokatiya Yekitiya Nivîskarên Kurd Qadir Egîd bi kurdî, endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Yasmîn Meşayîx bi îngilîzî û hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Yixnîk Kerbo bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Saziyan di daxuyaniya xwe de îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha hate gotin: “Bi sed hezaran xelkê xwecih neçarî koçberiyê kiriye, ava vexwarinê ji ser zêdetirî milyonek kesî biriye, ji dema dagirkirina dewleta Tirk ji Serêkaniyê re çavkaniyên avê desteser kirine, stasyona Elok a avê dagir kiriye. Ava genî di nava ava çemên li ser sînorê Sûriyeyê de dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Desteserkirina avê û bikaranîn wê wek çekekê li hember vîna gelên deverê, sûc e.”

‘JI SEDÎ 30 DARÊN EFRÎNÊ BIRÎNE’

Di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku bandoreke mezin jî li ser xwezayê dibe, bi taybet di qada çandinî û xwedîkirina sewalan de, aboriya civakî bi giştî tehdît dike. Ji bo ku guhertina demografîk li Efrînê pêk bîne, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xelkên Efrînê neçarî koçberiyê kir û ji sedî 30 daran li Efrînê hatine birîn. Her wiha hate gotin şewitandina daran berdewam e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Kontrolkirina ava Dîcle û Firatê bûye sedem ku bi hezaran welatî gundên xwe yên li dora wan çeman berdin. Çimkî ew dagikeriyê dike û bikaranîn balafirên bêmirov di hedefgiritina sivîlan de metirsiyeke cidî li ser jin, zarok û kalan peyda çêdike. Lewra berpirsyariya civaka navdewletî ye ku bi awayekî cidî daxwazê ji Tirkiyeyê bike ku hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekişîne.”

Rewşenbîran di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker peymanan binpê dike û wiha pê de çû: “Bi hinceta têkoşîna li hemberî terorê, piştgiriya terorîstan dike. Berdewamiya vê siyaseta hovane û dubarekirina êrişên wê yên li dijî sivîlan, binpêkirina zagonên NY`yê ye.”

Rewşenbîran bang li welatên endamên NY`yê, Konseya Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, nimûneyeke daxuyanî radestî Komîseriya NY`yê ya Qamişloyê hat kirin.

(sb)

ANHA