Li Tebqayê jî çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîdê dest pê kir

Li Tebqayê  ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û planên bi armanca têkbirina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya kovedanê hate destpêkirin.

19 îlon, 2023   16:33

Çalakiya konvedanê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ve bi dirûşma "Bi vîna malbatên şehîdan em ê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin û wî fîzîkî azad bikin" hatiye organîzekirin.

Bi sedan şênî, şêx û rûspiyên Tebqayê, endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriyeya Pêşerojê herikîn bin kon ku li qada avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navesta bajar hatiye vedan.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hind El Xelîl axaftina destpêkê ya çalakiyê kir û got: "Hêzên serdest gelek derfetên madî û manewî pêşkêşî Rêbertî kirin da ku dev ji fikr û fesefeya xwe berde ku ne li gorî berjewendiyên wan in, lê Rêbertî ev derfet red kirin, ji ber wê jî zexta li ser wî zêde kirin û hevdîtina bi parêzer û malbata wî re qedexe kirin."

Hind El Xelîl anî ziman ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan ketiye mejiyê mezin û biçûkan. Her wiha got: ′′Em ê bi hêza gelê xwe û hêzên me yên leşkerî û ewlehî planên qirêj û şerê taybet têk bibin. Em ê asta têkoşînê bilind bikin. Em amade ne heta pêkanîna serkeftinê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şehîdan li pey hev bidin."

Hind El Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku tecrîda derqanûnî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Di çalakiyê de peyamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, Komîteya Şaredariyan û Komîteya Çandinî û Avdanê hatin xwendin. Di peyaman de banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Çalakiya konvedanê wê heta sibe bidome ku saet di 09:30'ê de dest pê bike û saet di 15:00'ê de bi dawî bibe.

(mh/bb)

ANHA