​​​​​​​Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Şengal û navenda KNK′ê dan

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  Şengalê û êrişa li ser navenda KNK′ê ya li Hewlêrê şermezar kirin.

​​​​​​​Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Şengal û navenda KNK′ê dan
19 îlon, 2023   14:53

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê li ber navenda xwe ya li gundê Til Qirahê yê Şehbayê daxuyaniyek da. Malbatên şehîdan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û êrişa li ser navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê şermezar kirin.

 Endamên meclisê Dîcel Mamo bi zimanê kurdî û Fethî Şêx Mihemed bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Di  daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire û sûcên xwe didomîne.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de gotin: "Bi destê rejîma faşîst a Tirk û xayînên wê li dijî gelê me gelek sûcên hovane têne kirin. Dewleta Tirk a faşîst ji bilî kuştin û terorkirina gelê me tu rê û rêbazeke din nedîtiye. Bi mekanîzmayên kuştina sîstematîk li dijî nasnameya civaka Kurdistanê dixebitin û bi amûrên xwe yên pûç û xayîn komkujiyan li dijî gelê me pêk tînin."

Di dewama daxuyaniyê hate gotin ′′Herî dawîm jî bi rêya balafirên bê mirov êrişên xwe yên bombeyî li Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dikin. Ev êriş jî aliyê kesekên xwefiroş ên ser bi koma çekdar a Partiya Demokrat a Kurdistanê ve û bi hemahengiya îstîxbarata dewleta Tirk têne kirin. Duh êrişeke çekdarî li dijî navenda nûnertiya KNK′ê ya li Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê û di encamê de endamê KNK′ê Denîz Cevdet şehîd bû. Desthilata faşîst a dagirker bi hemû rê û rêbazên bêexlaqî dest bi tunekirina nasnameya gelê Kurd dike. Bi van rêbazan hemû kesayetên neteweyî yên ku ji bo misogerkirina mafên rewa û wekheviya di navbera hemû gelên cîhanê de tê dikoşin, dike hedef."

Malbatên şehîdan di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildar kirin li hemberî gelê Kurd berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û exlaqî bi cih bînin, mafên gelan biparêzin û sûcan rawestînin.

(bb)

ANHA