Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê soz dan ku têkoşîna wan berdewam e heta ku azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
17 îlon, 2023   18:52

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, xiyaneta PDK`ê de Tevgera Ciwanan çalakiya konvedanê li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê duh, çalakiya xwe bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn e” li navçeya Dirbêsiyê li dar xist.

Konê çalakiyê li nêzî çerxerêya Jin a navçeyê hate vedan. Di roja duyemîn a çalakiyê de, beşdarên çalakiyê teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Di roja dawî ya çalakiya konvedanê de, beşdaran xwepêşandanek li dar xist. Ji pêşiya çerxerêya Jin ta dawiya kolana giştî ya navçeyê meşiyan.

Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xelef axivî û xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re li dijî têkoşerên kurd şermezar kir.

Xelef got: “Hebûna dewleta Tirk di girtîgeha Îmraliyê de, xiyaneteke mezin e. Em di darbekirina vê xiyanetê û şikandina qeydên li ser rêberê me de bi israr in.”

Xelef bang li pêkhateyan kir ku raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî teorî û praîtkê pêk bînin.

Endama Rêveberiya Kongra Star Fatme Keleş jî got: “Em dev ji nirx û rêgezên şoreşa xwe bernadin ku bi saya xwîn û fedakariyên şehîdan û malbatên wan, li dar ket.”

Fatme wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku pêkhate û jin di nava aştiyê û azadiyê de bin, fedakariyên mezin kirin.”

Fatme tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û xiyaneta dewletên kapîtalîst û malbata Barzanî jê re şermezar kir.

Fatme destnîşan kir ku vîn û îsrara wan naşike û dê banga azadiya Rbêer Abdullah Ocalan bikin.

(şx)

ANHA