Navenda Çand û Huner ê ya Baqî Xido komxebatek li dar xist ‎

Bi diruşma ′Bi çanda xwe em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin′ Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de mijarên jin, çand, li ser rêbertî, etîk û estetîkê hatin nîqaşkirin. ‎

Navenda Çand û Huner ê ya Baqî Xido komxebatek li dar xist ‎
Navenda Çand û Huner ê ya Baqî Xido komxebatek li dar xist ‎
Navenda Çand û Huner ê ya Baqî Xido komxebatek li dar xist ‎
Navenda Çand û Huner ê ya Baqî Xido komxebatek li dar xist ‎
Navenda Çand û Huner ê ya Baqî Xido komxebatek li dar xist ‎
Navenda Çand û Huner ê ya Baqî Xido komxebatek li dar xist ‎
12 îlon, 2023   12:27
KOBANÊ

Komxebat ji aliyê Navenda Çend û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn ve hate lidarxistin. Tê de mijarên  li ser jin, çand, Rêber Abdullah Ocalan, etîk û estetîk hatin nîqaşkirin. Komxebat li hola meclisa herêma Firatê hate organîzekirin. ‎

Piştre endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Fatme Xelîl axivî û got: "Divê em xwedî li Rêber Apo derkevin ji ‎ber ku Rêber Apo maf daye jinê. Di dirêjahiya dîrokê de jin xwedî li çanda xwe derket, bi ‎lorîkan ta roja me ya îro berdewam kir.  Jin di dirêjahiya dîrokê de xwedî li çanda xwe ya ‎kevin derket û ew ta roja me ya îro parast."‎

Fatme di berdewama axaftina xwe de qala hunermendên Kurd ên muhra xwe li dîrokê ‎daye yên weke Eyşeşan, Meryemxan û Mizgîn û Delîla kir û wiha domand: "Jina Kurd her xwedî li ‎çanda xwe derketin; bi rêya stranên xwe çanda xwe ta roja îro derket û parast. Divê em xwedî li çand û Rêberê xwe derkevin." ‎

Di komxebatê de hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Firatê Firyaz Berkel jî li ser etîk û ‎estetîkê axivî û got: "Rêber Apo jî dibêje exlaq jî siyasetek e, gelo bêyî exlaqê dê civak çawa ‎ava bibe, bêyî exlaq civak tune ye. Ji ber vê exlaq bi xwe xweşikiya civakê ye. Xweşikî ne ‎lixwekirina cil û bergên xweşik e, xweşikiya rastîn xweşikiya mejî ye."‎

Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.‎

‎(eş)‎

ANHA