Li Şehbayê dorpêç, kêmbûna pêdiviyan û buhabûn

Li kantona Şehbayê ya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorêçkirin, madeyên bingehîn peyda nabin û madeyên ku peyda dibin biha ne.

Li Şehbayê dorpêç, kêmbûna pêdiviyan û buhabûn
Li Şehbayê dorpêç, kêmbûna pêdiviyan û buhabûn
Li Şehbayê dorpêç, kêmbûna pêdiviyan û buhabûn
Li Şehbayê dorpêç, kêmbûna pêdiviyan û buhabûn
Li Şehbayê dorpêç, kêmbûna pêdiviyan û buhabûn
Li Şehbayê dorpêç, kêmbûna pêdiviyan û buhabûn
4 îlon, 2023   08:09
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Ji dema koçberkirina şêniyên kantona Efrîna dagirkirî di Adara 2018'an de ber bi kantona Şehbayê ve, hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser Şehbayê ferz kiriye û nahêle derman, sotemeniyê û madeyên din ên bingehîn derbasî kantonê bibin. Di encamê de gelek cûreyên madeyan qut bûne, eger hebin jî biha ne. Ev yekê jî bandoreke neyinî li jiyana niştecichên kantonê û koçberên Efrînê yên di malên kavilkirî û kampan de dike.

Ji vê zêdetir hilweşîna nirxê lîreya Sûriyeyê bandoreke neyinî ya mezin li rewşa debarê ya welatiyên Sûriyeyê bi giştî û koçberên Efrînê bi taybet kiriye.

Li kantonê ji ber dorpêça, bi taybet sotemenî û gaz, madeyên xwarinê û yên bingehîn gelekî biha bûne. Kîloyek goşt ku berê bi 80 L.S bû, niha bûye  bi 130 hezar L. S.

Hevserokê Yekitiya Esnafan a kantona Efrîn û Şehbayê Nûrî Hesen diyar kir ku dorpêça li ser kantona Şehbayê barê koçberên Efrînê û şêniyên kantonê giran kiriye. Her wiha  anî ziman ku bihayê madeyan 10 qatan ji bihayê berê zêdetir bûye û di encamê de bandoreke neyinî li jiyana şêniyan kir.

Hesen wiha zêde kir: "Hikumeta Şamê li aliyekî û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dorpêç li ser me ferz kirine. Ji dorpêçê zêdetir rojane êriş têne kirine. Madeyên ku carê derbas dibin li beramberî dayîna pereyan e. Her bazirganek bi awayekî madeyan derbasî kantonê dike ku di encamê bihayên wan cûda ne."

Hevserokê Yekitiya Esnafan a kantona Efrîn û Şehbayê Nûrî Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin bila dawiya vê dorpêçê bînin.

 (mh/fr)

ANHA