Rojnameyên erebî: Destê Tirkiyeyê di gûrkirina rewşê ya navbera eşîran û QSD′ê de heye

Şerê li Dêrazorê, rewşa Lubnanê, her wiha  êrişên li Pakistanê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Destê Tirkiyeyê di gûrkirina rewşê ya navbera eşîran û QSD′ê de heye
4 îlon, 2023   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb cih da rewşa li Dêrazorê û nîvisek bi sernavê "Destê Tirkiye di gûrkirina rewşa navbera eşîrên Sûriyeyê û QSD′ê de heye" weşand.

Di nivîsê de hate gotin, berfirehbûna şer ji Dêrazorê ya li rojhilatê Sûriyeyê ber bi bakur ve îsbat dike ku destê Tirkiyeyê di gûrkirina rewşê de heye. Her wiha hate diyarkirin ku di radeya yekemîn de Enqere sûdê ji rewşa heyî ya li herêmê digire.

′BIRΠ JI BO DIYALOGÊ XALEKÊ TENÊ DIYAR KIR DA KU HILBIJARTINA SEROKEKOMARIYA LUBNANÊ MÎSOGER BIKE′

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Lubnanê de îşaret bi vê yekê kir ku serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî çavdêriya bertekên parlamentoyê yên li ser banga wî ya diyalogê dike, da ku hilbijartina serokkomariyê ji xitimandinê derkeve.

Di dewama nivîsê de hate gotin, li gorî çavkaniyên ji parlamentoyê ku agahî dane rojnameyê ′′ Birî hêvî dike ku daxwaza wî ji aliyê tevahî blokên parlamentoyê ve were bersivandin.′′

′PAKISTAN: ÊRIŞÊN TERORÎ DI TEBAXÊ DE JI SEDÎ 83 ZÊDE BÛNE′

Li gorî rojnameya Îtîhad El Îmaratiya ku xwe dispêre rapora Enstîtuya Lêkolînên Şer û Ewlehiyê li Pakistanê, "Êrişên terorî di meha Tebaxê de li seranserî welat bi awayekî berçav zêde bûne û heta niha 99 êriş hatine tomarkirin.′′

Di rojnameyê de hate gotin, Kanala Geo ya Pakistanê ragihand ku di van êrişan de 112 kes hatin kuştin û 87 kesên din jî birîndar bûn, bi giranî endamên hêzên ewlekarî û sivîl bûn armanc.

Her wiha di rojnameyê de hate diyarkirin ku ′′Hejmara êrişên terorî di meha borî de bi rêjya ji sedî 83′yan li gorî Tîrmeha borî zêde bûye. Di 8 mehên destpêkê yên 2023′yan de li Pakistanê 22 êrişên xwekujî hatine kirin ku di encamê de 227 kes hatin kuştin û 497 kesên din birîndar bûne."

(bb)