Derbarê tawanbarên qetilkirina 2 xwîşkan de doz hat vekirin

Têkildairî qetilkirina 2 xwîşkên li Tirbesipiyê, derbarê 7 kesên ku 5 ji wan hatine girtin de doz hat vekirin.

Derbarê tawanbarên qetilkirina 2 xwîşkan de doz hat vekirin
4 îlon, 2023   07:11
QAMIŞLO

Debarê 5 kesên ku bi tawanbariya kuştina xwîşkên bi navê Asya Îbrahîm Hisên (16) û Emîne Îbrahîm Hisên (18) hatibûn girtin û 2 kesên firarî de îdîaname hat amadekirin.

Îddianameya ku ji aliyê dozgeriya Tirbespiyê ve hatiye amadekirin, 28’ê Tebaxê pêşkêşî Dadgeha Gel a Navçeyê hat kirin. Dadgehê jî piştî lêkolînkirinê îdîaname qebûl kir. Roja danişîna dozê hin nehatiye diyarkirin, lê hat gotin ku di hefteya pêş de wê destpê bike.

Li gorî agahiyên ku dozgeriya navçeyê dane ajansa me, di îdîanameyê de hat diyarkirin ku 5 kesên bi tawanbariya kuştinê hatibûn girtin, kiryara xwe îtiraf kiriye. Li gorî îdîanameyê tawanbaran îdîa kirine ku wana di bin navê namûsê de herdu xwîşk kuştine, lê di encama rapora tibbî de derketiye holê ku ev îdiayên tawanbaran ne rast in. Di îdîanameyê de hat gotin ku 5 kesên hatine girtin û 2 kesên fîrarî bi tehrik kirin û kuştinê tên tawanbarkirin û ji sînorê herî jor cezaye girtîgehê hat xwestin. 

Çi bibû?

Roja 12′ê Tîrmeha 2023’yan li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Qantona Qamişlo, 2 xwîşkên bi navê Asya Îbrahîm Hisên (16) û Emîne Îbrahîm Hisên (18) jiyana xwe ji dest dabû. Endamên malbatê ku agahî dabûn  Heyva Sor a Kurd, îdîa kiribûn ku herdu xwîş di encama girtina ceyranê de jiyana xwe ji dest dane.

Piştî agahdarkirinê dozgariya navçeyê û hêzên asayîşê çûbûn cihê bûyerê û lêkolîn kiribûn. Di encama lêkolînê de derketibû holê ku herdû xwîşk hatine xeniqandin. Li ser vê yekê heman rojê 5 kes hatibûn binçavkirin û di encama lêpirsînê hatibûn girtin. Derbarê 2 kesên reviyabûn de jî biryara girtinê hatibû dayîn.

(fr/a)

ANHA