Li Somalê 150 çekdarên Tevgera Şebab hatin kuştin

Hate ragihandin ku di doperasyona hevbeş a artêşa Somalê û hêzên herêma Medeqê ya naverasta welat de, 150 çekdarên Tevgera Şebab a girêdayî El Qaîdeyê hatin kuştin.

Li Somalê 150 çekdarên Tevgera Şebab hatin kuştin
4 îlon, 2023   07:50
NAVNEDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Somalê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî got, ′′Operasyonê armancên xwe pêk anî. Di encama operasyonê de 150 çekdarên Tevgera Şebab hatin kuştin ku li wargeheke li herêma Domî ya Medeqê perwerdeya leşkerî diditîn.′′

Ji salan ve li Somalê şerekî giran di navbera hêzên hikumetê û çekdarên Tevgera Şebab a girêdayî El Qaîdeyê de rû didin. Baregeha Tevgera Şebab a girêdayî El Qaîde li Somalê ye.

(bb)