ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-8-2023
29 tebax 2023   23:00

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew êriş wan ji berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dûr naxe û bang li civata navneteweyî kir ku van êrişan bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ku tev li dewreyeke bîrdozî bibûn der barê rola dewreyê de di guhertina kesayeta wan de axivîn û destnîşan kirin ku perwerde ber bi xwe rizgarkirinê ve, gaveke mezin e ji bo ku tevahî aliyên jiyanê baş nas bikin û kar û barên xw birêve bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Kobanê destnîşan kir ku wan di çarçoveya hemleya hişyarkirina ji madeyên hişbir 493 semîner ku tê de zêdetirî 6 hezar kes beşdar bû der barê hişbirê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziyên Giştî ên Tovan li ser seradkirin û dezenfektekirina tovan dixebite, da ku li gorî pêdiviyên plana çandiniyê ya 2023-2024′an li cotkaran belav bike û heta niha zêdetirî 10 hezar ton amade kiriye û dê 100 hezar ton ji tovên genim bi 16 sinfan amade bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolerê iraqî Cwad El Beydanî destnîşan kir ku wezîrê derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan, hewl da ku li ser çareseriya aloziya Bexdayê bazaran bike ku li beramber çareseriyê, Bexda tawîzan di aliyê ewlehiyê û aboriyê bide. Lê diyar kir ku Fîdan beyî ku bigihêje tu encaman, ji Iraqê derket.

Meclisên malbatên şehîdan ên navçeyên kantona Qamişlo têkildarî salvegera duyemîn a komkujiya Xelîfanê ku PDK li dijî gerîla pêk aniye, li pêşiya navendên xwe daxuyanî didin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo erêkirina qanûna pereyên nerewa, civînekê li avahiya xwe ya li Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de,

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyên Dirbêsiyê û Til Temirê ji bo bîranîna şehîdên Xelîfanê daxuyaniyên cuda didin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Yekemîn a Wêjeyî li Reqayê di roja duyemîn de li Navenda Çandê ya Reqayê berdewam dike saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)