Dagirkeran gelek tabelayên navên gundan kirin tirkî

Dewleta Tirk a dagirker zimanê tirkî li sûriyeyiyan ferz dike. Dewleta dagirker gelek tabelayên navên gund û bajarokên Cerablus û Babê kirin tirkî.

Dagirkeran gelek tabelayên navên gundan kirin tirkî
24 tebax, 2023   09:00
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji herêmên dagirkirî hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker navên gund û bajarokên Şawa, Zulf, Bab Hecer, Ziyare, Telîle, Mixêra, Xalsa, Hec Kûsa, Zehra, Um Sedeya, El Mesnê yên li bajarên Cerablus û Babê yên dagirkirî veguherandine zimanê tirkî.

Dewleta dagirker ji dema dagirkirina herêmê ve, guhertina demografiya herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî didomîne.

(c)