ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-8-2023
21 tebax, 2023   23:00

Pisporên Ereb diyar kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan beşeke siyaseta civata navneteweyî ye ku li berjewendiyên xwe digerin û pîvanên exlaq û nirxên mirovî li ber çavan nagirin. (BI WÊNE)

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkî, êdî eşkere bûn û hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re hevkar in. Her wiha gelê Sûriyeyê ji ber projeya osmanî ya ku dewleta Tirk dixwaze li herêmê temam bike, hişyar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûrî Dêrsimê navê xwe di dîroka Kurdistanê de nemir kir û bû kelemek li hember Osmaniyan. Piştî 100 salan neviyên Osmaniyan heyfê ji gora wî ya li Efrînê hiltînin. (BI WÊNE)

Nivîskara ji Misirê Kerîma El Hefnawî destnîşan kir ku divê jin di aliyê aborî de xurttir bibin û tev li civakê bibin. Her wiha diyar kir ku divê tevgereke hiqûqî ya jinan hebe ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer û çalakvanê siyasî yê ji Siweydayê Adil El Hadî destnîşan kir ku hikumeta Şamê tenê baç kom dike, ev jî êşên sûriyeyiyan zêde kirin. Ji ber wê li gorî gotinên wî, sûriyeyî daketine qadan. Her wiha destnîşan kir ku geşedanên heyî, nîşan didin ku wê rewş aloztir bibe. (BI WÊNE)

Şêniyên kantona Qamişlo bi xebateke komînal kehrebe peyda kir û bang li şêniyên hemû gundan kir ku xwe bispêrin xwe û mîna wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê zanîngeha Extra ya Brîtanyayê Sufiyan Seîd got hevbendiya BRICS li gel aloziyên di navbera hêzên mezin de lûtkeya xwe li dar dixe. Ji ber wê, lûtke xwedî nîşaneyên aborî, siyasî, ewlehî û leşkerî ye. (BI WÊNE)

Serokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku penaberî şerekî taybet e ku li dijî gelê Sûriyeyê bi taybetî li dijî ciwanan tê meşandin, armanc wê valakirina herêmê û guhertina demografiya wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şervana HRE`yê Zîn Sekvan li Goristana Şehîd Dîjle ya Kobanê saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê têkildarî têkoşîna jinan panelek li hola Meclisa Sûriya Demokratîk a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya avjeniyê ya serbest li Wargeha Ciwanan a Qamişloyê li dar dixe, saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi navê Saziya Birîndarên Şer wê li kampa Berxwedan ji bo tecrîda li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin saet di 10:00`an de daxuyanî bê dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)