Panorama hefteyê: Li herêmên hikumeta Şamê tevlihevî û li Kendavê nakokî

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa hilweşîna aborî û debarê li herêmên hikumeta Şamê li ser paşxaneya bilindkirina bihayên madeyên bingehîn kir, li aliyekî din jî behsa vegerandina normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ve li çargoşeya destpêkê û nakaokiya li ava Kendavê kir.

Panorama hefteyê: Li herêmên hikumeta Şamê tevlihevî û li Kendavê nakokî
20 tebax, 2023   02:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat jî behsa hilweşîna qada aborî ya li herêmên hikumeta Şamê kir û wiha nivîsand: "Hikumeta Şamê dem neda karmendan ku bi zêdebûna mûçeyên xwe yên ji sedî 100 şad bin. Piştî biryara zêdekirina mûçeyan hikumeteke bi lez gelek biryarên têkildarî bihakirina tevahî cureyên sotemeniyê dan. Bi wan biryaran tevahî mûçeyan dadiqurtîne. Li aliyekî din jî metirsiyên li ser dayîn biryarên din heye ku bihaya nan û avê zêde bike.''

Li gorî rojnameyê, ''Bi van biryaran re dê krîzeke nû ya debarê çêbibe û dê hejmara xizanan zêde bike. Her wiha dê bandorê li xebata berhemdanê bike û êşên sûriyeyiyan heta demeke nediyar dewam dikin.'' Di nivîsê de hate gotin, eger hikumet  çarerseriyeke giştî ji tevahî aloziyên Sûriyeyê re peyda neke dê li hember çareserkirina aloziya debarê bêçare bimîne.

′TIRKIYE TÊKILDARÎ DOSYAYA SÛRIYEYÊ VEDIGERE ÇARGOŞEYA DESTPÊKÊ′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser rêveçûna têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê. Di nivîsê de wiha tê gotin: "Diyar e ku Tirkiyeyê vegeriya çargoşeya destpêkê. Helwestên her du aliyan xetimîna giştî ya têkiliyan nîşan dide. Her wiha tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê, topbaran û êrişên balafirên bêmirov zêde dibin, bi wê yekê rêxistinên terorîst mîna DAIŞ′ê xwe li qada Sûriyeyê zindî dikin. Ji wê zêdetirî bêîstîqrariyê çêdibe. Tevî belavbûna hêzên girêdayî Neteweyên Yekbûyî an hêzên din ên navnteweyî, lê di daxuyaniyên AKP′ê de gefên vegera li Helebê û serweriya heta bi Humis û Hemayê diyar dibin.''

ALOZIYA LI KENDAVÊ DEWAM DIKE

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser aloziya li herêma Kendavê " Li gorî daxuyaniyên ku rojên şemiyê û yekşemê hate dayîn, Koalîsyona Navneteweyî ji bo ewlehî û parastina kerîdorên deryayî û silametiya keştiyên ku di tengava Hurmuzê ya stratîjîk de derbas dibin hişyarî da ku xwe ji avên Îranê dûr bixin da ku metirsiya girtinê dûr bixin."

Li gorî rojnameyê, ev hişyariyên ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA'yê ve yên  bo keştiyan ku nêzî ava Îranê nebin, nîaşn dide aloziya li ava Kendavê dewam dike.

TEVÎ ASTENGIYAN NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN –SIÛDIYÊ-ÎRANÊ DEWAM DIKE

Rojnameya El Exbar a Lubnanê der barê têkiliyên Riyad û Tehranê de wiha nivîsî "

 Vegerandina peywendiyên dîplomatîk di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de nayê wê wateyê ku her du alî bi teqez derbasî hevalbendî an jî şêwateyeke tevkariyê ya li ser asta bilind bûne. Her wiha nayê wateya ku Riyad dest ji hemû vebijêrkên xwe yên berê berdaye û ber bi aliyê din ve çûye. Bê guman ev tê wê wateyê ku Qraliyeta Erebistana Siûdî dev ji siyaseta berê ya hevalbendiyê bi DYA'yê re ya li dijî Îranê berdaye. Dibe ku tiştê Erebistana Siûdî pêşniyar dike heta radeyekê rast be, Erebistana Siûdî vebijêrkên xwe cihêreng kiriye, an jî rasttir dev ji şertên xwe yên li ser DYA'yê berdaye. Ev siyasetek e ku ji pêwîstiyekî ve hatiye ferzkirin. Kêrhatibûna vê siyasetê di geşedanên navneteweyî yên di çend salên borî de, he wiha di dîroka guhertin û veguhertinên di peywendiyên Erebistana Siûdî-Amerîka de hatiye nîşandan.''