​​​​​​​`Helwesta beşdaran li hember pêwîstiya sekna li dijî dewleta Tirk a dagirker erênî bûn`

Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Navneteweyî ya Jinan Henen Osman parvekirina beşaran nêrînên xwe der barê mijarên di kongreyê de hatine pêşkêşkirin, bi erênî nirxand.

​​​​​​​`Helwesta beşdaran li hember pêwîstiya sekna li dijî dewleta Tirk a dagirker erênî bûn`
20 tebax, 2023   01:32
BEYRÛT

Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Jinan û endama Hevendiya Nûn Henen Osman, kongreya ku rojên în û şemî (18-19`ê Tebaxê) bi dirûşma “Li ser şopa jin, jiyanî azadî” li paytexta Lubnan Beyrûtê li dar ketiye, nirxand.

Di kongreyê de 3 mijarên sereke; “Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê", "Tecrubeyên jinên Kurd di pêxirtengiyên li herêmê de" û "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" hatin nîqaşkirin.

Der barê roja yekemîn a kongreyê de Henen got: “Roja yekemîn, gelek aloziyên li pêşiya jinan li cîhanê derketine û derdikevin hatin nîqaşkirin. Êşên jinan li her çarparçeyên Kurdistanê mîna hev in ku dewleta Tirk a dagirker jinên pêşeng dike hedef, êrişa li Parîs û êrişên wê li dijî jinan û xwezayê bi hev re delîl e.”

Henen wiha domand: “Jin û xweza cêwî ne. Hedefgirtina jinan yanî hedefgirtina xwezayê ye. Ji ber wê Tirkiye êriş çiya, ax, deşt û dar û barên Kurdistanê dike. Her wiha jinan dike hedef ji ber ku ew ax, çandinî û xwezayê diparêze. »

Her wiha Henen diyar kir ku “Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê" û “Çawa ev hêz ji bo têkbirina destkeftiyên jinan dibin yek” hatine nîqaşkirin.

Henan got: “Ji ber wê, di encamnameyê de pêwîstiya avakirina eniyeke hevgirtî ya jinan li hember êrişên desthilatdar ên yek li dijî jinan, hate teqezkirin.”

Têkildarî roja duyemîn Henen da zanîn ku perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rizgarkirina jinan, hatin xwendin û ev li gotinên xwe zêde kir: “JI bo rêxistin û komeleyên jinan ên beşdar, ev perspektîf, model, nimune û nexşerêyek bû. Wan perspektîfan têkoşîna jinan ronî kir, ne tenê jinên kurd lê belê jinên herêmê û beşdarên kongreyê.”

Li gor Henen bi bîr xistiye, jinelojî di rojeva kongreyê de bû û anî ziman ku ev zanist cihê xwe di encamnameyê de girt ku banga belavkirina fikrên wê kir ji ber ku dê piştgiriya têkoşîna rizgariyê ya jinan bike.

Henen eşkere kir ku rewşa qanûnî, girtina hovane û tecrîda derqanûnî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, çawa dewleta Tirk a dagirker bi hincetên nerast mafê hêviyê ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya ferzkirina cezayên dîsplînê binpê dike, hatine nîqaşkirin.

Henen hin pêşniyar û bangewaziyên beşdarên kongreyê vegotin û wiha anî ziman: “Ji bo ku fişar li dewetên têkildarî, rêxistinên hiqûqî, CPT, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bê kirin divê hemleyên stratejîk werin lidarxistin da ku ronakbîr Rêber Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên siyasî azad bibin. Her wiha azadiya jinan pêk were. Lê ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan hîna azad nebûye, hewldanên jinan ên pêkanîna azadiya xwe temam nebûne.”

Henen îşaret bi dirûşma kongreyê kir û got: “A balkêş ew e ku helwestên beşdarên kongreyê li hember pêwîstiya sekna li dijî dewleta Tirk û dewletên ku alîkariya wê dikin mîna Yekitiya Ewropayê û hêzên cîhanî, erênî bûn. Berjewendiyên van hêzan bi dewleta Tirk re hene ji ber ku qanûnên û peymanên navneteweyî paşguh dike. “

(şx)

ANHA