​​​​​​​DYA’yê pêkanîn li dijî 2 komên çeteyên dewleta Tirk ferz kir

DYA’yê biryara pêkanînan li ser 2 komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên wan ên giran, ferz kirin.

​​​​​​​DYA’yê pêkanîn li dijî 2 komên çeteyên dewleta Tirk ferz kir
18 tebax, 2023   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AP’ê, pêkanîn li ser komên çete yên bi navê Tûgaya Suleyman Şah û Tumena Hamza hatiye ferzkirin. Berpirsyarên van komên çete Mûhammed Huseyîn El Casim, Welîd Huseyîn El Casim û Seyf Boûlad Ebû Bekir ketin ber pêkanînan.

Ofîsa Kontrolkirina Hebûneyên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê diyar kir ku komên çete gel bi zorê koçber dike, mirovan direvîne û fîdye dixwaze, dest datîne ser malê gelê xwecihî û bi van rêyan bi milyonan dolar bi dest xistine, lewma pêkanîn li ser wan komên çete hatiye ferzkirin.