Qiralê Siûdiyê bi wezîrê karên derve yê Îranê re civiya

Qiralê Erebistanê Siûdî mîr Mihemed Bîn Selman li Cedayê bi wezîrê karên derve yê Îranê Emîr Hisên Ebdullehyan re civiya.

Qiralê Siûdiyê bi wezîrê karên derve yê Îranê re civiya
18 tebax, 2023   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa WAS a Erebistana Siûdî ragihand ku mîr Mihemed Bîn Selman û wezîrê karên derve yê Îranê Emîr Hisên Ebdulleyan li ser têkilî û derfetên pêşerojê yên hevkariya her du welatan û rêbazên pêşxistina wan, pêşdeçûnên li qadên herêmê û navneteweyî û hewldanên têkildarî wan nîqaş kirin.

Li gorî AFP′ê ji dema têkiliyên her du welatan di Adarê de hatine boykotkirin, cara yekemîn e qiralê Erebistana Siûdî bi rayedarekî Îranê re dicive.

Li gorî Reutersê, nûçegihanê kanala Press TV a Îranê bi bîr xist ku Ebdullehyan û Selman û wezîrê karên derve yê Siûdiyê Feysel Bîn Ferhan di civîneke girtî de ne, li hev kom bûne.

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî civîna bi hempîşeyê xwe yê Siûdiyê li Riyadê roja pênceşmê got Riyad û Tehranê pêşketinên girîng di têkiliyên xwe de çêkirin.