Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê ya li Girê Cûdî weşand ku 31'ê Tîrmehê hate kirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê weşand
14 tebax, 2023   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "31'ê Tîrmehê saet di 15:40'î de bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin."