Gelo pêdiviya civakan bi polîsên exlaqê heye?- HÊVÎDAR XALID

Gelo pêdiviya civakan bi polîsên exlaqê heye?- HÊVÎDAR XALID
10 tebax, 2023   05:49

Her kes dizane ku exlaq di civakê de cihekî çawa digire. Exlaq faktorê sereke yê hevgirtina civakê û parastina nirxên wê û bîra wê ya pîroz e. Lewma exlaq ji bo civaka mirovahiyê xwedî cihekî bilind e. Bi exlaq têkiliyên ferd, kom û çandan xurttir dibin. Bêyî exlaq jî helbet dê çarenûsa her civakê têkçûn û tunebûn be. Ji ber ku exlaq taybetiyeke civakê ye û di cewherê civakê de cih digire.

Ev yek dihêle em têkildarî hin saziyên di bin navê parastina exlaq û civakê de, hin pirsan bipirsin. Gelo pêdiviya civakan bi polîsên exlaqê yan jî desteya emirkirina başiyê û qedexekirina xirabiyê heye? Yan jî ji bo ku civak bi ewlehî û aştî bijîn pêdiviya wan bi dewriyeyên perspektîfdayînê, polîsên sîstema giştî yan jî bi saziya “diyanet” an polîsên olî/dînî heye? Civakek bê exlaq çawa dikare bibe civak? Gelo pêdiviya civakê bi van sazî û lêvegerên olî heye da ku bibe civakeke exlaqî? Pêkan e ku bi rê û rêbazên bêexlaqî parastina exlaq bê kirin?

“Polîsên Exlaq” ku 18 salê berê li Îranê piştî hikumeta Mehmûd Ehmedînecad hat avakirin, piştî serhildanên gel ên li Îranê ji ber kuştina ciwana Kurd Jîna Emînî dest pê kirine, bû manşeta rojname û nûçeyan. Jîna ji aliyê vê hêza polîsan ve ku bi binpêkirin û kirinên xwe yên li dijî jinên li welat tê nasîn, hat qetilkirin. Ew hêz bi taybet şerê jinên ku lixwekirina hîcaba mecbûrî red dikin, disekine.

Ev 40 sal e jinên li Îranê bi siyasetên çewisandin, zilm û zordestiyê re rû bi rû ne. 40 sal e jinên Îranê di bin siya kiryarên desthilata hakim û zîhniyeta baviksalar de dijîn, yên ku azadiya wan, tevger, têkoşîn û îradeya azad a jinan digirin û bi dewriyeyên Polîsên Exlaq û endamên wan ên milîsên Besîc, dikevin pey wan. Pêdiviya civaka Îranê, bi taybet ya jinan bi polîsên exlaq tune ye. Ji ber ku ew civak berê xwedî urf, adet, pîvan û exlaq e. Bi salên dirêj e ev nirx ji nifşekî derbasî nifşekî dibin, bi vê yekê hevgirtin û hêza civakê xurttir dibe û mayîndebûna wê misoger dibe. Ew civak xwedî dîrok, çand û resenî ye. Jinên wê civakê jî di pêşxistin û hevgirtina civaka xwe de xwedî rol in.

 Pêdiviya gelê resen bi desthilatekê ku wê hikum bike û di bin navê exlaq de bêhnê lê biçikîne, dorê lê teng bike, bixe bin çavdêriyê û azadiya wê bigire, tune ye. Pêdiviya wê bi dewriyeyên ku tevgera wê bişopîne jî tune ye. Lê belê pêdiviya wê bi jiyaneke azad, birûmet, edalet û aştiyê, diyalog û qebûlkirina kesên din heye. Gelên li vê cografyayê pêwîstiya wan bi jiyaneke azad û atmosferekî demokratîk heye. Pêdivî bi bersivên pirsên di mejiyê wê de heye. Gelo çima lixwenekirina hîcabê li cem jinan heram e? Çima divê jin bi tenê nekevin rêyan? Çima tenê laşên jinan girêdayî exlaq ne? Jin çima her tim ji bo desthilata zilaman hewesek in?

Helbet dema ku hûn li nûçeyan dinihêrin, hûn bi desteya emirkirina başiyê û qedexekirina xirabiyê dibihîsin, bi taybet jî li Erebistana Siûdî. Hûn dibînin çawa ku para mezin a kiryar û binpêkirinên vê desteyê ya jinan e. Ev deste di şopandina aktîvîstên jin ên hiqûqî yên Siûdiyê de aktîf e û bi dehan jinên ku ji bo mafên mirovan û jinan tê dikoşin, bê heq girtine. Her wiha lêdan û îşkence li gelek jinan kirine. Niha jî hejmareke jinan di girtîgehên Siûdiyê de tên ragirtin, çarenûsa hinekan ji wan jî nayê zanîn. Li kêleka wê jî cezayên giran li jinan tên birîn, hin caran bi dehan salan di zindanan de tên ragirtin. Lewma, ev deste ji bo jinan bûye wekî kabûsekê.

Lê çima ev kiryarên neheq li dijî jinan li Siûdiyê tên kirin? Çima ev tundî, dûrxistin û teşhîrkirin heye? Gelo bi rastî jî jin jiyanekê û derketina derve mîna her kesî heq nakin? Yan jî qanûnên wî welatî vê yekê dixwazin? Ya rast, jin esîrên qanûn û zagonên nîjadperest ûvpaşverû yên xwedî taybetiya mêranî ne ku civakê di nava rewşeke paşketî ya mayînde de dihêlin.

Li Efganistanê piştî hatina Talîbanê ser hikumê welat rewş ji bo jinan zehmettir bû. Talîbanê, Wezareta Kar û Barê Jinan betal kir û bi Wezareta ku rojekê ji rojan prespektîfên hişk ên olî ferz dikirin, guherand. Her wiha pankarta ku navê Wezareta Jinan li ser nivîsiye ji avahiya wezaretê rakir, li şûna wê jî pankerta ku li ser “Emirkirina başiyê û qedexekirina xirabiyê” nivîsiye, danî şûna wê.

Vê wezaretê azadiya jinan girt, derketina ji malê ya bi armanca kar qedexe kir, fermanên qedexekirina perwerde, xwendin, çûna parkan, xwaringeh û cihên giştî li wan ferz kir. Her wiha nehişt ku jin bê “mehrem” (zilamek pê re) derkevin derve, qeydên hişk li welatiyan û bi taybet li jin û keçikan ferz kirin. Li kêleka wê jî tirs û bêbawerî di nava civakê de ferz kir. Bi vê yekê derbeke giran li hewldan û têkoşîna jinan ên salên borî da û hemû destkeftiyên ku hatibûn bidestxistin, têk birin. Ev hemû di bin navê ol û şerîetê de kir.

Eger em bixwazin rewşa jinên Sûdanê jî ji nêz ve nas bikin, divê em behsa kiryar û binpêkirinên polîsên rejîma giştî ya li welat jî bikin. Ew rejîm sala 1993`yan bi armanca pêkanîna şerîeta îslamê li Sûdanê ji aliyê Omer El Beşîr ve hat avakirin û yek ji berztirîn polîsên olî ya cîhana îslamî tê hesibandin. Li gorî çavdêran, mafê van polîsan ên binçavkirin û darizandina jinan li dadgehên taybet bi rejîma giştî hebû. Cezayên wan jî celdkirin (qemçîkirin), girtin, êrişkirina kombûna, girtina cihên ku her du cins lê kom dibin, bikaranîna tundiyê li dijî jinên ku cilên girtî li xwe nakin û êrişkirina cihên kar ên ku wekî dijberî şerîetê dibînin bûn.

Bêguman, hemû kirinên ku vê hêza polîs an dikirin neheq û binpêkirina jiyana taybet in. Lê belê gelek kesên radîkal ên li welat piştgirî didan van polîsan. Ji ber vê yekê tundiya li dijî jinan zêdetir bû, desthilata mêr li ser jinan jî xurttir bû û jin ji beşdarbûna çalakiyên civakî û ji mafên xwe yên sereke hatin mehrûmkirin.

Li welatê Malezya yê Asyayê jî polîsên olî yên ku dişibin polîsên exlaqê yê Îranê, hene. Ew komeke efserên girêdayî hikumeta federe ne, berpisên ferzkirian şerîetê li ser sê çaryeka Mislimanên li welat in. Ew kom dikare kesan binçav bike, her wiha xwarina bi roj di meha Remezanê de, hatina zêde ya cem hev a jin û mêran qedexe dike. Kesên van qedexeyan derbas bikin li dadgehên şerîetê yên ji sîstema dadweriyê ya asayî qut, tên qedexekirin.

Li Tirkiyeyê jî ku demokrasî, azadiyê û mafên mirovan îdia dike, di serdema Erdogan de li welat azadiyên şexsî, maf û edalet nemaye. Nîjadperestî civakê difetisîne û bêhnê lê diçikîne. Yek ji saziyên ku bi vê erkê radibe jî Serokatiya Kar û Barên Olî ya bi navê “Diyanet” e. Karê vê saziyê derxistina fetweyên ku di civakê de nakokiyê derdixin e. Fetweyên li dijî rastî û cewhera jinan, gelek caran têkildarî cil û bergên jinan, lixwenekirina şalên teng e û îdia dike ku ev yek gefê li exlaqê civakê dixwin. Her wiha daxuyaniyên din derxistin, tê de zewicandina zaroên sêwî yên mexdûrên erdheja dawîn a li Tirkiye û Sûriyeyê çêbûye û nêzî 45 hezar kes bûne qurbanî, pêkan kiriye. Fetweyek din jî derxist ku dibêje eger zilam pereyên pêwîst nedan hevjîna xwe, jin dikarin pereyan bê agahî wî ji perîka wî derxin. Ev fetwe hemwextî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, hat derxistin. Biryara vekişînê ji bo razîkirina vê saziya ku vê peymanê wek xeterî li ser xwe û siberoja biryar û qanûnên xwe yên neheq ên dijberî jinan dibîne, hat girtin.

Piştî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê, kesên ku tundiyê li djiî jinan bikartînin karîbûn ji cezayê bifilitin, sûcên qetilkirina jinan jî zêdedtir bûn, rê li pêş mexdûrên tecawizkirinê hat vekirin ku bi kesên tecawiz li wan kirine re bizewicin heta eger biçûk bin jî ev tişt ji bo wan derbasdar e. Destdirêjiya li dijî aktîvîstên jin li kolanan jî gihîşt lûtkeyê, komele û koperatîfên jinan hatin girtin. Tundiya li dijî rojnamevanên jin, aktîvîst, komeleyên jinan hê jî dewam dike. Belê, bi vê vekişîne jê dikare tundiya li dijî jinan zêdetir bibe û sûcdar neyên cezakirin. Bi vê yekê, jin ji jiyana civakî tên dûrxistin.

Dema em behsa van sazyên ku mîna saziyên ewlehiyê yên dewletê û kamerayên çavdêriyê ne yên ku mafên jin û ferdên civakê binpê dikin, kirinên saziya El Hisbê ya rêxistina terorîst a DAIŞ`ê tên bîra me. Ew saziya ku jin dişopandin, mahremiyeta wan li cografiyaya ku li Sûriye û Iraqê û parçeyên ji Afrîkayê dagir kiribûn, binpê dikir.

Bi awayekî xwezayî, tiştê yekem ku DAIŞ`ê li herêmên ku dagir dikirin pêk dianî, serbestberdana saziya El Hisbê bû da ku kesên “hikumê şerîeta Îsalmê” binpê dikin, bişopîne.

El Hisbê, jinan dişopîne, wan diavêje zindanan, ditirsîne, îşkenceyê li wan dike û wan dide ber qemçiyan. Li bajarê Mûsil ê Iraqê piştî ku DAIŞ bajar kontrol kir, El Hisbê ji bo tirsandina jinan gelek rêbaz bi kar anîn. Yek ji wan jî amûreke bi navê “Gezkirin” dihat nasîn, ew amûreke îşkencekirina jinan bû, ew jinên ku cilên DAIŞ`ê li wan ferz dikirin li xwe nedikirin. Ev amûra ku di sedsala 15`emîn a zayendê de dihat bikaranîn, di serdema DAIŞ`ê de jî ji bo jinên Mûsilê bû mîna kabûsê.

Di serdema heyî de jî jin bi çavdêriya eleketronîk ya berfireh li ser malperên medya dijîtal û aplîkasyonên îneterê re rû bi rû ne. Biçûkxistin, heqareta bi gotin û dijûnan û şîroveyên xirab jî taybetiyên herî berz ên wan malperan in. Armanca wê yekê biçûkxistina jinan e. Bi wê yekê jin tên hedefgirtin û mehremiyeta wan tê binpêkirin. Pêkanîna van kiryaran ji aliyê desthilatên hakim ve neheqiya li jinan e. Ew bi vê yekê azadyia jinan digirin, deriyên li pêş rêwîtiya wan a jiyanê digirin û wan neçarî pêkanîna pîvanên baviksalarî dikin.

Lê belê jin bi rêya rêxistinkirinê û afirandina mekanîzmeyek xebatê hevbeş a xwe dispêre îradeya hevbeş û bi rêya pêkanîna erka zanakirin û hişyarkirina jinan, dikare li hember van kiryar û siyasetan bisekine. Bi vê rengî dikare hemû rêbaz û komployên dijberî têkoşîna jinan li civakên baviksalarî teşhîr bike, mafê xwe yê cudabûnê bi kar bîne, qeyd û bendên ku sîstema baviksalar hewl dide jinan pê girê bide, bişikîne.

Divê jin bizanibin ku saziya dewletê, sûcdarên ku sûcan li dijî wan jinan tînin diparêze . Lewra, divê jin rêbaz û amûrên xwe di vê derbarê de xurttir bike, xwe bide îfadekirin û li hember êşa ji ber lîstokên desthilata baviksalar dijî dengê xwe bilind bike. Divê civaka exlaqî-polîtîk û demokratîk ku rûtmet û azadiya jinan dûrî pençên zihniyeta baviksalar diparêze, ava bike. Ji ber zihniyeta baviksalar hê jî jinan wekî çîna lawaz dibîne û jiyana wan girêdayî têgînên eyb, heram, helal û hwd dinirxîne. Bi wê yekê aramnc dike ku jinan destgirêdayî bike û bike amûreke îtaetê ku armancên wê zihniyeta ku li ser serê tevahî civakan bûye bela, pêk bîne.

(c)